1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongreya BDP'ê sibehê ye
Kongreya BDP'ê sibehê ye,kongreya,bdp,ê,sibehê,ye

Kongreya BDP'ê sibehê ye

A+ A-

Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP), sibê 2'yemîn Kongreya xwe ya mezin a "Xwseriya Demokratîk" bi tevlêbûna 10 hezaran pêk tine. Di kongreyê de, Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak we wek Hevserok bên hilbijartin. Gelek mevanên biyanî û ji walet û dervê welat hatin dawetkirin. Di kongreyê li dijî pêk anîn hikûmetê yên tundî we peyamên aşitî û demokrasiyê ben dayîn.

2'emîn Kongreya Mezin a BDP'ê a wek kongreya Xwseriya Demokratîk tê binavkirin wê bi slogana "Bi Xwseriya Demokratîk em Komara Demokratîk slav dikin" pêk bê. Kongre wê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali pêk bê û 10 hezaran endamên BDP'ê û delgeyên kongre beşdar bibin.

YILDIRIM AYHAN, MAZLUM DOGAN, CÎHAN-HUSNU Û SEMA YUCE JÎ WÊ LI SALONÊ CÎ BIGRIN

Kogre wê dîyarî Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê yê BDP'î Yildirim Ayhan ku di çalakiya mertalên zindî de bi guleyên leşker hate qetilkirin bê kirin. Her wiha wê pankartên kurdî, tirkî û suriyanî we li salone ben daliqandin. Wenêyên Cîhan Denîz, Husnu Ablay, Mehmet Sîncar, Mazlum Dogan û Sema Yuce yên ji bo kurdan bûnê wek sembol wê li salone bên daliqandin.

BANGAWAZIYA AŞTÎYÊ WÊ WERE DUBAREKIRIN

Polîtikaya "Çareseriya leşkerî" ya ku AKP'ê xistiye rojevê wê di axaftinan de were rexnekirin û bangawaziya aştî û demokrasiyê were kirin. Dîsa rewşa BDP'ê ya TBMM'ê de wê di axaftin û minaqaşeyên kongreyê de diyar bibe.

MEVAN WÊ JI DERVÊYÎ WELAT BÊN

Di kongreyê de wê 174 delege ji bo Meclîsa Partiyê 80 asîl û 40 yedek endaman hilbijêre. Tê payîn ku di kongrê de Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bibin hevserokên partiyê. Wê partîyên siyasî, saziyên civakî, nûnerên sendîkayan, nivîskar, akademîsyen û ji derveyî welêt jî Partiya Demokrat ya Sirbîstanê, Partiya Aralar ya BASK'ê, Partiya Çepgir ya Alemanyayê, Partiya Çepgir ya Îsveçê, Partiya Demokrat û Sosyal ya Îsveçê, PASOK'a Yewnanîstanê, Beşdarên Partîya Çepgir ya Evropayê û her wekî yên din, bibin mêvan

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî