1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongreya 'Makeqanûna Demokratîk' dest pê kir
Kongreya 'Makeqanûna Demokratîk' dest pê kir,kongreya,makeqanûna,demokratîk,dest,pê,kir

Kongreya 'Makeqanûna Demokratîk' dest pê kir

A+ A-

Şaredarê Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaş, di Kongreya 'Makeqanûna Demokratîk' de diyar kir ku divê makeqanûna nû sûdê bide her kesî û wiha got: "Li gorî vê yekê ez formulasyona Xweseriya Demokratîk pêşniyaz dikim."

Kongreya 'Makeqanûna Demokratîk' dest pê kir. Di kongreyê de beşdaran der barê makeqanûnê de nerînên xwe anîn ziman. Di kongreyê de Prof. Dr. Mîthat Sancar, anî ziman ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka nûnertiyê ye û wiha got: "Pirsgirêk pirsgirêka heqîqetê ye. Divê makeqanûna nivîskî pir vekirî be. Divê ev makeqanûn ji pêşerojê re jî vekirî be."

Demîrbaş: Formulasyona ku her kes xwe bibîne Xweseriya Demokratîk e

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî anî ziman ku çaresrî û formulasyona hevbeş di Xweseriya Demokratîk re derbas dibe. Demîrbaş, da zanîn ku di vê pêvajoya ku hemû êşên li herêmê hêj zindî ne YSK'ê biryarak bi vî rengî daye û wiha got: "YSK'ê biryara dijhiqûqî dîsa bi rêbazên dijhiqûqî rast kir. Ez cejna Ermenî û Suryaniyan a paskalyayê pîroz dikim û dest bi axaftina xwe dikim. Em bûn şaredar, lê me li gorî daxwaz û hestên xwe gav neavêt. Me guh da deng û daxwazên gel. Me li gorî daxwaz û pêdiviyên gel xizmet pêşxist. Em kurd xwedî erd û zevî ne, lê şevnişînek me jî tune ye. Divê makeqaqûna nû hemû pirsgirêkên civakî di der çavan re derbas bike û li gorî daxwazên civakî û hevkêşiya ekolojiyê tev bigere. Li wî welatî pirsgirêkên bingehîn û sereke pirsgirêkên ziman, çand û baweriyê ye."

Zumrut: Divê nêkatiya nijadî ji makeqanûnê bê derxistin

Endamê Meclîsa KCD'e ya daîmî Nashar Zumrut, jî anî ziman ku madela "Netew-dewle" êdî pirsgirêkê çareser nake û xwest li şûna wê divê welatê hevbeş û demokratîk bê parastin û wiha got: "Em li şûna biratiyê feraseta wekhevî, ekolojîk, hevpar û demokrasiyê diparêzin. Divê xalên Netew û dewletê tirk perçe nabe û yekîtiya wî xira nabe bêrakrin. Divê li şûna vê xalê hemû netew, civak û nirxên gel bên parastin û li gorî wê ji nû ve bê sazkirin."

Endamê Dêra Mesîh a Îsa ya Altinozu Îbrahîm Bayrakçi jî anî ziman ku ew bi boneya pirsgirêkên civaka hirîstiyanan bîne ziman hatiye û wiha got: "Mixabin ez wekî xayinê dewletê têm dîtin. Ev yek rê li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê digire. Pirsgirek ne tenê pirsgirêka kurd û ziman e. Pirsgirêk pirsgirêka hemû ziman, ol, çand û civakên ku li Tirkiyeyê dijî ye."

Yurdatapan: Divê xebatak berfireh bê meşandin

Muzîsyen, şaîr û nivîskar Şanar Yurdatapan jî destnîşan kir ku pêwiste pirsgirêk berfireh bê niqaş kirin û çareseriyek berfireh bê dîtin. Yurdatapan, da zanîn ku divê heta salek an jî salek û nîvekê niqaş bên meşandin û li gorî daxwazên her kesî di nava vê makeqanûne de cih bigirin."

DÎHA (mae)