Kongreya Malbatên Şehîdan didome
EFRÎN – Yekemîn Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi axaftin û nirxandinên karê salane berdewam kir.
Di Yekemîn Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê de piştî ku bixêrhatina mêhvan hate kirin, Fermandarê YPG’ê Selaheddîn Kurd axaftinek kir.
Selaheddîn bal kişand ser qonaxa ku gelê Kurd gihiştiyê û serkeftinên ku di şoreşa Rojava de bi dest xistiye û ev serkeftin mîna berhemên fedakariya şehîdên azadiyê bi nav kir.
Selaheddîn diyar kir ku şervanên YPG û YPJ’ê tu caran dest ji armanc û xewnên şehîdan ku di riya wan de jiyana xwe ji dest dane, berandin û wê careke din keniya azadiyê li ruyê welatiyên herêmê vegerînin.
Piştre Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd axivî û got ku bi hevgirtina pêkhateyên Rojava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû deste û meclîsên xwe hatiye ragîhandin.
Paşê ji rûspiyên eşîreyên Ereb Hesen Şêx ku bi xwe endamê Saziya Malbatên Şehîdan e, bang li tevahiya pêkhateyên civaka Rojava kir ku refên xwe bikin yek û biratiya gelan biparêzin. Hesen Şêx got ku serkeftinên gelê Kurd di van salên derbasbûyî de di dîrokê de têne nivîsandin.
Hesen Şêx got “Wekî bavekî Ereb ku kurê min di riya azadî û demokrasiyê de xwe feda kiriye ez bang li hemû pêkhate û netewên Rojava dikim ku bi yek dilî li hemberî hemû aliyên ku dixwazin finda şoreşa me vemrînin, bisekinin.”
Piştre Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê şehîdên azadiyê de xwend.
Şaxên Saziya Malbatên Şehîdan ên navçe û bajarê Efrînê raporên xwe yên xebatên salekê pêşkêş kirin. Ev rapor ji aliyê Endamê Dîwana Kongreyê Fewzî Seydo ve hatin xwendin.
Karûbarên Yekemîn Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê ku li Salona Şengil a bajarê Efrînê birêve diçe, berdewam dike. Tê payîn ku di dawiya kongreyê de Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan were hilbijartin.
(he)
ANHA
