1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongreya Nivîskarên Kurd
Kongreya Nivîskarên Kurd,kongreya,nivîskarên,kurd

Kongreya Nivîskarên Kurd

A+ A-

BANGA KONGREYÊ

Hevalên bi rûmet; wekî ku rojnameya Gundemê ya îro (19 Gelawêj 2011) de cih girtiye, em 4. Kongreya asayî ya Komeleya Nivîskarên Kurd li dar dixin. Roja yekemîn 27 Gelawêj 2011 roja şemî ye. Heke piranî çênebe, heman seat û cih de 10 Îlon 2011 roja Şemî de Kongreya xwe lidarbixin.

Hejmarên endamê komeleyê gihiştiye 140. Heke Komeleya me hê bêtir bi pergal bixebite ev hêjmar di nava salekê de dê bigihêje 200 î. Ji bo serkeftina wêjeyê Kurd, xurtkirin û berfirehkirina zimanê Kurdî û ji bo welateke azad û demokratîk ku gelê Kurd layiqê wê ye, divê em rêxistinê nîviskaran xurd û dewlemend bikin. Ev yeka peywirê me yê mirovahî, wîjdanî û rûmetê ye.

Roj: 10 Îlon 2011 Şemî Seat: 12.00 Cih: Avahiya Komeleya Nivîskarên Kurd - Ofis Gevran Cad. 1. Akkoyunlu Sk. Kupik 9 Apt. Kat 1 No: 2 (Ser Dersxaneya Birey’ê) Yenişehir/Amed

NİŞE: Amadekariyê Lijneya Kongreyê ji van hevalan pêk tê: Nuri Fırat, Mehmet Çakmak, Sidar Jîr, Mehdi Perinçek, Mehmet Deviren

RÊVEVEBERIYA KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD


Bêjeyên Miftehî