1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara W bi dosyaya 'Cizîra Botan' derket
Kovara W bi dosyaya 'Cizîra Botan' derket,kovara,w,bi,dosyaya,cizîra,botan,derket

Kovara W bi dosyaya 'Cizîra Botan' derket

Hejmara tîrmeh û tebaxa 2012'an a Kovara W a Çand, Huner û Wêjeyê derket

A+ A-

REMEZAN OLÇEN Hejmara tîrmeh û tebaxa 2012'an a Kovara W a Çand, Huner û Wêjeyê derket. Di hejmara dawî ya W'ê de wekî dosya bajarê qedîm û dîrokî "Cizîra Botan" hatiye nirxandin

Hejmara 43'yan a Kovara W ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve tê derxistin, bi naverokeke têr û tijî derket. Di vê hejmarê de jî wekî hejmarên borî gelek nivîsên xurt û tehm xweş hene. Kovarên wêjeyî û ramanî ji bo gihandina nivîskaran, ji bi gihandina edîban bêguman amûrên gelek qedirbilind in, nemaze jî ji bo zimanekî wekî kurdî ku kok û şaxên wî heta hezaran salan diçe. Kovarên ku bi kurdî jî dertên bi kedeke gelek mezin tên amadekirin ji bo pêşketina ziman amûrên herî bi kêr hatîne.

Di nava kovara W de her celeb nivîsên wêjeyî hene ji pexşanan bigire, heta helbestan, ji cerebeyan bigire heta bi çîrokan gelek nivîsn ku asoya kesên ku dixwînin fireh dikin hene. Kovara W jî yek ji wan kovaran e ku di sala xwe ya 8'emîn de bi hejmara xwe ya 43'yemîn dîsa bi nivîsên celeb bi celeb gelek alternatîf li ber xwendevanê datîne. Dosyaya li ser Cizîra Botan ku di dîroka Kurdan de cihê xwe yê xweser heye. Kovara W jî bi vê hejmara xwe dosyeyeke taybet li ser vî bajarê qedîm amade kiriye gelek nivîskar jî ji bîranînan bigirîn heta bi çanda dengbêjî û dengbêjiya Cizîrê, ji dîroka wî bigire heta kesên ku dî dîroka Cîzîrê de nav û nîşanên xwe hiştine em di vê dosyaya têr û tije de dibînin.

Amadekarên dosyaya Cizîra Botan Ceng Hêvîdar û Ferhatê Dengîzî mebesta xwe ya ji bo amadekarina vê dosyayê wiha anîn ziman: " Cizîra Botan j ime kurdan re warekî bingehîn, dîrokî û efsûnî ye. Me xwest em Bedirxaniyan, Mihemed Arifê Cizîrî, Koçeran, Bêrîvan û Egîdan bînin bîra we û dilopek keyfxweşiya welatê xwe ligel êş û eleman parve bikin." Dosye bi nivîsên lêkolînî, helbestên cizîrî, pexşan û danasîna bajêr ve deriyê Cizîra qedîm ji bo ve vedike, de kerem bikin ji wê deriyê derbas bibin.

Nivîsên di vê hêjmarê de wiha ne:

Di vê hejmarê de jî dîsa tûrika W'ê dagirtiye. Şîngirtina bi dengbêj re - V. Konuksever, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî: "Romaneke bi ezmûna jiyanê ava bûyî" - Dilawer Zeraq, Gabrîel Perî - Paul Eluard, Hîvron - Nûjiyan Dîcle, Ew - Amed Çeko Jiyan, Barê Şevê, barekî giran e - Îsmaîl Dîndar, Di wêne de her tişt heye - Gulistan Guntekîn, Were - Berken Bereh, Kurtegoya êşê - Omer Fîdan, Neqşek Ji Agir: 15 çîrokên xwenaskirinê - Şamîran Herêm, Sê kurteçîrok - Îsmaîl Silêman Hacanî, Şevên Winda Wêneyên Meçhûl û Mirina Bêsî -I - Wenda Lorîn Ormanci, Du helbest - Occo Mahabad, Helbesta hatî înkarkirin - Selamî Esen, Qe ne "Ş" şe ye "S" jî sabûn e - Rêdûr Dîjle, Welatê ma - Kenan Karaaslan, Evîna bêxwedî - Selahattîn Çam, Xapa qapanê - Ar-da Janwar, Bîr-çîrok - Şivan Zeren, Di çîrokên Fewzî Bîlge de karakterên jin-2-Mehmet Çakmak, Stansilaviskî - Kawa Şêxê, Wêneyek - Huseyîn Yildirim, Hebûn û heqîqet - Adar Jiyan, Zênebêj - Omer Faruk Baran, Du helbest - Sezgîn Bîngol, Bi te re - Feratê Dengizî, Helbestvan babetên giştî di nav yên xwe de vedişêrin -Kamran Simo Hedilî, Peyv û bilêvkirin - Xangul Ozbey, Çûyîn - Nesîp Tarim, Wêneyên te, yên ji min re pîroz - Yaşar Aksu, Xilolîkên zêrîn - Xezal Dêrikî û Gulrojê - Mahîr Bagok bi nivîs, pexşan, çîrok, cerebe û helbest û helwestên xwe Kovara W dagirtine. AMADEKARIYÊN HEJMARÊN DIN Kovara W ji bo hejmara 44'an ango hejmara îlon û cotmehê wekî dosye mijara dosyeyê Aram Tîgran e. Ji bo hejmara mijdar û kanunê mijara dosyeyê Sînemaya Kurdan e. Ji bo hejmara çile û sibatê jî mijara dosyeyê Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî ye. Kovara W der barê van mijaran de li benda ked û xebatên we ne. Helbet ne tenê ji bo dosyyayê wekî din jî hûn dikarin; nivîsên xwe ango pexşan, çîrok, helbest, cerebe û hwd ji kovarê re rê bikin. Kesên ku dixwazin hejmara bê dewlementir bikin û ji bo dosyeyê binivîsin lazim e ku nivîsên xwe ji navnîşana: Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevlerî Kayapinar/DIYARBAKIR re yan jî ji ser înternetê ji e-mailên; [email protected], [email protected] re bişînin.

(aw/mae)