1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kovara W hejmara 49 derket
Kovara W hejmara 49 derket,kovara,w,hejmara,49,derket

Kovara W hejmara 49 derket

A+ A-

Dema we xweş be… 

Bi hêza germahiya jiyanê ya Gelawêjê û hejmareke nû ya têr û tije ku em hêvîdarin li gorî dilê we be, em li pêşberî we ne… 
“Ji çirûskeke biçûk agirekî gewre diwelide.” Dibêje Dante;
 Ma ne wisa ye!
 Em bala xwe bidin jiyana xwe, rewşa me kurdan û nexasim rewşa dawîn ku Rojavayê dilê me ligel kul û eleman agirê azadiyê bi çirûskên xwe geş dike. Germa Gelawêja vejînkar her û her qala azadiyê dikê û ev sî sal in ber bi me ve tîne, ligel rastiya jiyanê. Qetlîama kurdên sivîl li Helebê dilê me wêran kir, kula Şam û Helebê di mala wan keve û têkoşîna ramana azad wê her û her bidome û helbet evîna welat. Binêrin çi dibêje Ehmed Huseyniyê evîndarê welatê xwe ji nava dilê Amûdê;
 Bajarên te germ in
 Alên te germ in..
 Stranên te germ in..
 Birînên te jî germ in.. 
 Bi tenê 
pêlên evîna te 
 Û lêvên nalîna te 
hênik in welato!!!



Van rojên dawîn dilê me gelekî êşiya, ligel germahiya tîna azadiyê. Sînemakarê kurd Taha Kerîmiyê ciwan bi qezayeke trafîkê di 30’ê Gulana 2013’an de zû bi zû xatir ji me xwest. Stêrê jiyana hevpar î gewre yê dîrok û kevnariya civaka me kurdan Felekedîn Kakeyî (1943-31.07.2013) çû ser dilovaniya xwe. Dîsa şairê gewre Şêrko Bêkes (1940- 4’ê Gelawêja 2013’an) wisa got û bi beriya maçîkirina axa azad a Amedê berê xwe da xaka xwe ya qedîm î abadîn;
 Dû re min guhê xwe da dilê evînê
 Ji min re qala azadiyê kir


Di 31’ê Gelawêjê de Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist û rêveberiyeke nû ji xwe re hilbijart. Em rêveberiya nû pîroz dikin û bi hêviya serkeftinê dibêjin riya wan vekirîbe!


Dem dema kurdan e, li ser qehrê çavnebar, telaqreş, bende û xizmetkarên zordariyê yên hundir û derve ew ê Kongreya Neteweyî pêk bê û gavên yekîtiyê xurtir bibin. Bi vê hêviyê û bi germiya jiyana azad ku bîra wêje, huner û çandê ye, em bi vê dosyeyê li benda afirînêriya pênûsa we ne;

Di rewşenbîriya Kurdan de rola Binxetê. Kesên ku dixwazin beşdarî dosyeyê bibin, divê heta 15’ê Kewçêra 2013’an nivîsa xwe bişînin.

 Heta hejmareke dinê her bimînin bi xêr û xweşiyê… Xêr û xweşiya azadiyê…



Ji edîtor / 2
 Zimanên Anatoliyaya Kevnar û taybetmendiyên wan ên Hînd-Ewrûpayî - Suleyman YILDIRIM / 3 
Kî berx e kî beran e? - Mem ZÎNISTANÎ /6 
Hevpeyvîn bi Omer Dilsoz re - Feratê DENGIZÎ - Kovara Wyê/10
 Sêr - Elîxan LORAN / 15 
Rojava - Mamoste Eyûp / 16
 Sê helbest - Shel SILVERSTEIN/ 17 
Întixar- Şevger ÇIYA/ 18
 Periya Sîruş - Yaşar ASLAN /22
 Kamva çi? - Fehmî KOÇ/ 25 
Lavlavka hêkheban - Şivan ZEREN/ 28 
Raza şewitî - Mahîr BAGOK/ 29
 Nîna verê to - Netîce ALTÛN DEMÎR / 33



 Dosye: Berken Bereh/ 34
 Berken Bereh: Helbestvan bi helbesta xwe li xaka xwe vedigere… - Dilawer ZERAQ/35
 Hevrê Berken Bereh - Rojen BARNAS / 39
 “Êş”a“şagirtê(n) evînê” ango Berken Bereh - Adar JIYAN / 40 
Di helbesta Berken Berehî de netewe - Evîn ŞIKAKÎ / 45
 Di kovara “TÎRÊJ” ê de, helbesta Berken BEREHî - Mem BAWER / 48
 kelama sibehê - yeqîn h. / 52 
Ji bo Berken Berehî - Çiya MAZÎ / 53 
Dilê şaîrêmin êş û evîn e! - Yildiz ÇAKAR/ 54
 Êdî tu Berken Bereh î - Umît ESEN/ 57
 Helbest çekeke vejînê ye li sermilê Berken Bereh - Ceng HÊVÎDAR / 57
 Hosteyêmin Berken Bereh - Welat DILKEN / 61 
Dilînên reşeyekî stûxwar - Selîm GULFIRAZ / 63 
Di bêdengiya “Pandomîm”ekê de qêrîna şêwazê- Ferzan ŞÊR /64 
Di helbesta Kurdî- Kurmancî de haîku: ‘B. Bereh’ - Îmad BERNAS /67 
Di helbesta Berken Bereh de hêma - Îlyas SUVAGCÎ /69
 Di helbesta Berken Berehî de jin - Îslam GELÎŞ /71 
Mamo Berken - Selamî ESEN / 74


 Kotrîm - Wîldan /77
 Maladona - Mehmed TEKÇE /78 
Hevrê - Sadiq ÇUBEK /80


Bêjeyên Miftehî