1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kowara "Leyla Qasim-Leyla Zana"
Kowara "Leyla Qasim-Leyla Zana",kowara,leyla,qasim,leyla,zana

Kowara "Leyla Qasim-Leyla Zana"

4'emin hêjmara kowara "Leyla Qasim-Leyla Zana" derket

A+ A-

SERBAZ SİYAMEND 4'emîn hêjmara kowara "Leyla Qasim-Leyla Zana" bi manşeta ‘Jibo azadiya jin û jiyan Herêma Germiyan sozê xwe dûbare kir’ derket. Kowar girngiyek zêde daye nameyê Serokê Desteya Rêber a KCK'ê Mûrad Karayilan ku bi taybet ji kowarê re nivîsiye. Karayilan, di gotarê de hêviya serkeftinê ji bo xebatê herdû kowarên binavê "Leyla Qasim-Leyla Zana" û 'Kurdistan di sedsala 21'an de' dixwaze. Kovar dê li Herêma Federal a Kurdistanê bigêje destê xwendekarên xwe.

Xwedî û Edîtorê Kovara “Leyla Qasim- Leyla Zana” Mûmtaz Heyderî, der barê kovarê de ji DÎHA’yê re axivî û destnîşan kir ku li herêmê gelek rojname, kowar û weşanên bi kurdî û erebî tên çapkirin lê li ser mijar, pirsgirêkên jinan û bi awayek zanistî kovar nayên çapkirin. Heyderî, der barê kovarê de da zanîn ku kovarên cidî yên li ser mijara jinan di sekne kêmin jiber vê yekê wan xebatê xwe yê ji bo jinan di domînin. Heyderî da zanin k di vê hejmarê de 330 rûpel û 43 mijarên cûda yên di derbarê jinan de hatine weşandin û wiha got: "Hejmara 4’yemîn a kowara "Leyla Qasim- Leyla Zana" bi qewareya (A4) û ji 330 rûpelan pêk hatiye. Di kovarê de 250 rûpel bi kurdî û 80 rûpel jî bi erebî hatiye nivîsandin. Di beşa kurdî de 36 babet, reportaj û lêkolîn û nûçe hatine bilav kirin. Di beşa erebî jî 7 babet û mijarên cûda yên di derbarê jinan de hatine bilav kirin. Bigiştî gelek babet û mijarên cidî hatine bilav kirin û gelek babetên wî jî taybet liser Leyla Qasim û Leyla Zana hatine bilav kirin.

(ssq/mae)


Bêjeyên Miftehî