1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Koçalî: Biryar Ne Hiqûqî ye Provokatîf e
Koçalî: Biryar Ne Hiqûqî ye Provokatîf e,koçalî,biryar,ne,hiqûqî,ye,provokatîf,e

Koçalî: Biryar Ne Hiqûqî ye Provokatîf e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî biryara YSK'ê ya derbarê redkirina parlementeriya Parlementerê Amedê Hatîp Dîcle de diyar kir ku, biryara YSK'ê li dijî hiqûqê ye û provakatîf e. Koçalî anî ziman ku, biryara wan zelale û wê bi 36 parlementeran biçin meclîsê û parlementerekî wan kêm be wê neçin meclîsê. Koçalî anî ziman ku, ew û gelê Amedê wê helwesta xwe û bertekên xwe bînin ziman.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî biryara YSK'ê ya derbarê redkirina parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji doza KCK'ê girtî ye şermezar kir û anî ziman ku, biryara YSK'ê keyfî û dijhiqûqî ye. Koçalî, bi awayeki hişk bertek nîşanî biryarê da û destnîşan kir ku, parlementeriya Dîcle teqez bûye û êdî ew parlementerê Amedê ye. Koçalî, da zanîn ku Dîcle li Amedê dengê herî zêde girtine û bi vîna gel ya azad hatiye hilbijartin. Koçalî, bilêv kir ku ji ber bi vê biryarê vîna gel tê redkirin ew vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin. Koçalî, daxuyand ku ev biryar provakatîf e û wê tekîldarî biryarê serî li cihên têkildar bidin. Koçalî, da zanîn ku ew wê 36 parlemeneran bişînin meclîsê û ger ku parlementerek wan kêm be wê neçin meclîsê. Koçalî, da zanîn ku hemû kesên ku wijdana wan hebe wê vê biryara YSK'ê qebûl nekin, her wiha gelê Amedê û ew wê berteka xwe bînin ziman. Koçalî xwest êdî YSK û Serokwezîr li çareseriya vê yekê bigerin.