1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kujerên Dîlokê tevli dagirkirina Cerablusê bûn
Kujerên Dîlokê tevli dagirkirina Cerablusê bûn,kujerên,dîlokê,tevli,dagirkirina,cerablusê,bûn

Kujerên Dîlokê tevli dagirkirina Cerablusê bûn

Kesên tiliya wan di komkujiya Dîlokê de heye di dagirkirina Cerablûsê de bi endamên TSK'ê re derketin holê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kesên tiliya wan di komkujiya Dîlokê de heye û navên wan bi boneya kujeriyê derbas dibin ku dozgerî nikare xwe bigihînê, di dagirkirina Cerablûsê de bi endamên TSK'ê re derketin holê.

Li navçeya Şahînbeya Dîlokê di 20'ê tebaxê de, di encama teqîna pêk hatî de heta niha 60 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bû. Îktîdara AKP'ê ku ev yek wekî hincet bikar anî, bi komên girêdayî xwe re yên li Suriyeyê, Cerablûs dagir kir. Di lêpirsîna têkildarî komkujiyê hatî vekirin de jî biryara nepenîtiyê hate dayîn. Ligel ku Serokomar R. Tayyîp Erdogan roja ewil temenê kujer aşkera kir jî, hêj navê vî kesî nehatiye aşkerakirin.

'Komkujî qeyd kir'

Li gorî agahiyên mexdûrên komkujiyê dayîn, hind kesên bi rih û tekbîr anîn, piştî komkujiyê bi qamerayê cenazeyên li erdê qeyd kirine. Her wiha li ser navnîşana "https://www.facebook.com/mustafa.alagoz.739?fref=ts" a facebookê dîmenên hemen piştî komkujiyê hatine kişandin, hatin weşandin. Di dîmenan de cenaze û birîndar xuya dikin. Ligel qêrîn û lorînên dayîkan, kesê dîmenan dikişîne jî gotina, "Allah-û Ekber" dubare dike. Li ser dîmenên 49 deqîqe piştî teqînê hatine weşandin jî nivîsa, "Ez niha li Dîlokê me" hatiye nivîsandin.

Kesên dîmen kişandî tê zanîn!

Xwediyê hesaba dîmen li ser hatine parvekirin Mustafa Alagoz e. Alagoz li navçeya Nizîbê ya Dîlokê dijî. Alagoz 30 salî û bavê 3 zarokan e. Hate ragihandin ku bi boneya dizî, gasp û firotina madeyên hişbir sabiqeya Alagoz heye. Li gorî agahiyan Alagoz du sal berî niha demek çûye tarîqada Menzîl a li navçeya Kolika Semûsê û piştre jî li Nizîbê di komeleyên xwe wekî komeleyên Îslamî nîşandidin de xebitî ye.

Birê wî jî çete ye!

Li aliyê din hate zanîn ku birê Alagoz, Farûk Alagoz jî di nav çeteyên El Nûsra yên girêdayî Tirkiyeyê de dimîne. Hate daxuyandin ku Alagoz ligel hêzên TSK'ê beşdarî dagirkirina Cerablûsê bûye. Wêneyên Alagoz ên di dema dagirkirinê de hatine kişandin jî, hatin weşandin. Farûk Alagoz di wêneya di dema dagirkeriyê de kişandî bi nivîsa, "Em bi vira ne bavo" li ser hesaba xwe ya facebookê parve kir. Ligel vê hate diyarkirin ku birê mezin ê Alagoz, Cesîm Alagoz jî di nav çeteyên girêdayî Tirkiyeyê beşdarî dagirkirina Cerablûsê bûye.

(ekîb/eb)