1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Kurd 10’ê Çileyê li Parîsê dimeşin
Kurd 10’ê Çileyê li Parîsê dimeşin,kurd,10,ê,çileyê,li,parîsê,dimeşin

Kurd 10’ê Çileyê li Parîsê dimeşin

Komîteya Amadekar a li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa hatin gel û û ava bû, plansaziya çalakiya 9-10’ê Çileyê aşkera kir

A+ A-

Kurd ji bo şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylamez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsa paytexta Fransa hatin qetilkirin, li heman bajarî kom dibin. Kurd di duyemîn salvegera komkujiyê de 10’ê Çileyê bi dirûşma, “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” wê bimeşin.

Komîteya Amadekar a li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa hatin gel û û ava bû, plansaziya çalakiya 9-10’ê Çileyê aşkera kir. Wê çalakiyên li Parîsê bi dirûşma, "Bêdengiya we ji hevkariya we ye” bên lidarxistin. Di çalakiyên ku di bin serenavê, “Ji bo heqîqet û edaletê meş” û “Fransa, ji ber sedemên berjewendiyên xwe yên dewletê li hember komkujiyekê bêdeng dimîne” wê bên organîzekirin, ji derveyî saziyên Kurd saziyên Fransî jî bi awayekî aktîf cih digirin. Komîteya amadekar bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê, dostên Kurd, rewşenbîr, saziyên şoreşger û demokratîk, dezgeh û kesayetan kir ku ji bo vê çalakiyê serferber bibin. Li gor amadekariyên hatine kirin, 9’ê Çileyê roja komkujiyê, ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs bi çelengan bi tevlîbûna malbat, parêzer û nûnerên saziyên Kurd heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistan wê meşek bê lidarxistin. Piştî meşa wê saet 11:30'an destpê bike li ber Buroya Enformasyonê wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.

Piştî wê 10’ê Çile saet 10.00’an û pê ve ji bo meşê wê gel li ber gara herî mezin a Parîsê Gare Du Nord kom bibe. 10’ê Çileyê meşa ji Gare Du Nord heta Qada Republique û şûn ve wê li Qada Republique mîtîngeke mezin bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ku tevî 2 sal li ser komkujiyê re drbas bûye jî hê nehatiye ronîkirin û got, “Sala buhrî di yekemîn salvegera komkujiyê de qeydên deng ê gumanbarê qetlîamê Omer Guney bi endamên MÎT’ê re axivîbû derketin holê. Piştî pevçûna desthilatdariya Erdogan û Cemaetê di qeydên deng ên hatin serwîskirin de plana komkujiya Parîsê derketibû holê. Piştî van qeydên deng dokumana îmzeya endamên MÎT’ê li ser, ji çapemeniyê re hatin serwîskirin. Ev hemû, çûn û hatina Tirkiyeyê ya gumanbarê komkujiyê, trafîka hevdîtinên bi rêa telefonê yên bi rêkûpêk ku li holê ne û di heman demê de Serokkomar Erdogan ku anî ziman komkujî ji aliyê pêkhateya paralel ve hatiye kirin, di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ti pêşketinek çênabe. Li aliyê din li GFransaya ku komkujî lê pê hat hê jî pêvajoya lêpirsînê didome.”

'10’Ê ÇILEYÊ EM LI PARÎSÊ BIN’

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên Ewropa û dostên wan hat kirin ku tevlî meşa 10’ê Çileyê bibin.