1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd ber bi Kolnê ve diherikin
Kurd ber bi Kolnê ve diherikin,kurd,ber,bi,kolnê,ve,diherikin

Kurd ber bi Kolnê ve diherikin

A+ A-

KOLN - Ji bo 19’emîn Mihrîcana Çandî ya Navnetewî ya Kurdan, a ku her sal bi awayeke kevneşopî tê lidarxistin, bi hezaran Kurd ji her aliyên Ewrûpayê ber bi Kolnê ve diherikin. Bi hezaran Kurdên di qada mihrîcanê de li benda destpêkirina mihrîcanê ne.

Di encama xebatek domdirêj a amadekariya 19’emîn mihrîcana çandî ya Kurdên li Ewrûpayê de bi hezaran kes dicivin. Tê hêvîkirin ku wê di mihrîcanê de peyamên girîng bêne dayîn û her tişt amade ne.

Beriya mihrîcana ku wê li RheinEnergieStadion were lidarxistin, saziyên Kurd li derdora stadyûmê kon û stat vedan. Di mihrîcanê de daxwaza azadiya Ocalan derdikeve pêş û bi hezaran Kurd ber bi qada mihrîcanê ve diherikin…

Wêne: Rawîn Stêrk

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî