1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd ber bi Newala Qesaba ve diherikin
Kurd ber bi Newala Qesaba ve diherikin,kurd,ber,bi,newala,qesaba,ve,diherikin

Kurd ber bi Newala Qesaba ve diherikin

Di salvegera şehadeta fermandarê mezin Egîd de kurd ber bi Newala Qesaban ve diherikin

A+ A-

Meşa ku bi daxwaza vekirina Gora Komî ya li Newala Qesaba ya bajarê Sêrtê ji aliyê MEYADERê ve hatibû organîzekirin, dest pê kir. Tê zanîn ku li gel yê Mahsum Korkmaz (Egîd) cenazeyê 200 kesî li wê newalê veşarî ye,

Ji Colemêrg, Wan, Bilîs, Mûş, Ixdir, Agirî, Stenbol, Edene û Mêrsînê doh bi sedan kes bi rê ketibûn û îroj jî ji Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Riha û Bîngolê bi hezaran kes, bi sedan wesayîtî, vê sibê zû ber bi bajarê Sêrtê ve bi rê ketin.

Meş bi drûşma ”Gorên Komî tewana li dijî mirovahiyê ye. Ji bo aştiya civakî û aşkerekirina rastiyan em ber bi Newala Qesaban ve dimeşin” di salvegera şehadeta leheng û fermandarê mezin ê gelê kurd Mahsum Korkmaz (Egîd – 28 Adar 1986) de, ji aliyê MEYADERê ve hatiye organîzekirin.

Li gel Hevserokên KCDê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, parlamenter, şaredar, rêveberên saziyên mîna DYG, DÖKH, YAKAY-DER, Însîyatîfa Dayikên Aştiyê, TUHADDER, TUHADFED, Göç-Der, İHD, KESK û DİSK, rewşenbîr û nivîskaran, bi hezaran kes beşdarê vê meşê bûne.

Ji bo meşê ji Agiriyê otobosek, 3 mînîbus, ji Ixdirê 4 mînîbus, ji Bilîsê 60 siware, ji Mûşê 50 siware, ji Wanê li gel 7 otobos, mînîbus û siwareyên taybet bi giştî 180 siware, ji Colemêrgê 10, ji Edenê 5, ji Mersînê 2, ji Stenbolê siwareyek û dîsa ji Konya, Osmaniye, Semsûr û Hatayê gelek kes doh ji bo beşdariya vê çalakiyê bi rê ketin. Îroj jî saetên sibê zû, ji gelek bajarên din ên nêzî Sêrtê bi hezaran kes bi rêyan ketin. Konvoyên ku dê ji bajarên derdorê bên li li Êlihê li hev kom bibin, ji wê derê jî dê ev girseya ji dehhezaran pêk tê, li Sêrtê bigihêje hev. Girse ji wir dê ber bi Newala Qesaban ve bimeşe.

ANF Werger: Amîda Kurd