1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd bî nikarî bibezî!
Kurd bî nikarî bibezî!,kurd,bî,nikarî,bibezî

Kurd bî nikarî bibezî!

A+ A-

Çalakiya ji bo bîranîna Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz û bi dehan zarokên Kurd ên ku bi gulleyên leşker û polîsan hatine kuştin, a bi navê “Meşa Ceylanên Zarok” ku wê di Maratona Ewrasyayê de cih bigirtiba, ji aliyê Şaredariya Stenbolê û Emnieyta Stenbolê ve hate qedexekirin.

Her sal zêdetirê sed hezar kes beşdarî Meratona Ewrasyayê dibin. Di hate plankirin ku bi sedan kes di beşa beza gel a Meratonê de ji bo Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol û Solîn Şemal a ku di êrişa hewayî ya li ser Qendîlê de jiyana xwe dest da û bi sedan zarokên Kurd ên bi destê deweletê hatine kuştin, bibezin. Lê Şaredarî û Emnieyta Stenbolê destûr nedan.

GER ZAROKÊN FILÎSTÎN Û SOMALÎ BÛNA, DESTÛR DIDAN’

Organîzetorê meşê Îbrahîm Halîl Baran agahî da ANF’ê û got; “Çawa ku hikûmet û daraz, kujerên zarokên Kurdan fihêl dikin, organîzatorên Maratona Ewrasyayê û Emniyet jî bi vê qedexeyê heman tiştê dikin.”

Baran destnîşan kir; “Ger ev çalakî ji bo zarokên Somalî an jî Filîstînê bihata lidarxistin, bi tu awayî nedihate astengkirin” û bal kişand ku dema mesel dibe serokên Kurd qedexeyên nijadperestane, û cûdakar li pey hev dixin meriyetê.

PIRSGIRÊKA KURDAN Û HES DI HEMAN ÇARÇOVEYÊ DE YE

Rayedarek ên Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, duh telefonî Baran kir û got; “Hûn di sala par de jî bi heman armancê bezîn. Der barê Meratona Ewrasyayê de ji cihên peywendîdar biryar hene. Ji bo çalakiyên ku peyama pirsgirêka Kurd û HES’ê bidin, destûr nayê dayîn.”

Baran nerazîbûn nîşanî qedexeyê da û wiha axivî; “Protestokirin kuştina zarokên Kurdan jî êdî qedexe ye. Hiqûq ji vir dest pê dike. Bawer bikin, ger me bixwestiba ji bo zarokên Somaliyê bibezin, ev yek bi tu awayî nedihate qedexekirin. Ger em ji bo zarokên Filîstînî bibezîbana asteng nedikirin, lê dema mesele dibe zarokên Kurdan, qedexeyên wan tu sînoran nas nakin. Ji ber vê ez bi xemgînî dibêjim, me ev çalakî betal kir, em naçin, lê em bi çalakiyên rengîn zarokên Kurd ên ku ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û hewl tê danîn ku werin jibîrkirin, li dar bixin.”

ANF NEWS AGENC


Bêjeyên Miftehî