Kurd di daxwazên xwe de bi israr in
Tevî qedexeyan Kurd di 4 daxwazên xwe yên bingehîn de bi israr in
ÎSHAK DURSUN 4 Daxwazên kurdan ên sazî û dezgehên kurd ji bo di makezagona nû de cih bigire amade kirine hatin qedexekirin. Qedexekirina 4 daxwazan di nav raya giştî de bû sedemê nerazîbûnan. Nûnerên rêxistinên saziyên sivîl diyar kirin ku bi qedexekirina daxwazên kurdan, dixwazin gelê kurd derveyî pêvajoya makezagona nû bigirin. Nûneran diyar kirin ku ew piştgirî didin kampanyaya 4 daxwazan û gotin; "Qedexekirina dewletê me eleqeder nake. Em jî di 4 daxwazên kurdan de dê israr bikin."
4 Daxwazên kurdan ên ji aliyê KCD, BDP, TDŞK, HAK-PAR, KADEP û OSP'ê ve hatin amadekirin ên wekî; "Bila nasnameya kurdan bê danîn", "Mafê perwerdihiya zimanê kurdî bê dayîn", "Statûya siyasî bê nasîn" û "Mafê xwe bixwe rêxistinkirin û rêvebirinê bê dayîn" li Amed, Riha û Êlihê hat qedexekirin. Walitiyên bajarên navborî 4 daxwaza xetere dîtin. Vê biryarê di nava raya giştî de bû sedemê nerazîbûnan. Partî û rêxistinên Kurd jî tevî vê qedexeyê di 4 daxwazan de bi israr in. Nûnerên rêxitinên saziyên sivîl diyar kirin ku 4 daxwazên kurdan maqul in û mafê bingehîn e.
ÎHD: Kurd xwedî mafê çarenûsa xwe tayîn bikin in
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku walîtî di demên dawiyê de mûdaxaleyî daxwazên civakê dikin û got; "Li Tirkiyê sedemê nîqaşkirina makezagona nû pirsgirêka kurd û çareseriya wê ye. Qedexekirina daxwazên kurdan samîmiyeta hikûmetê ya di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de nîşan dide. Ji bo makezagoneke baş pêk bê divê daxwazên kurdan li ber çavan bigirin.
MMO: Em piştgirî didin kampanyayê
Serokê şaxa Odeya endezyarên makîneyê (MMO) Mesut Çelîk diyar kir ku Tirkiye ev 30 sal in bi makezagona cuntayê tê birêvebirin û wiha axivî: "Dibêjin bila hemû dorhêl daxwazên xwe ji komîsyona meclîsê re pêşkêş bikin. Kurdan jî daxwazên xwe anîn ziman. Dixwazin piştgiriya gel jî bigirin. Lê ev daxwaz tên astengkirin. Ev helwest helwesteke polîtîk e. Dibe ku li gorî makezagona heyî xebatên me bên qedexekirin, lê ya girîng ew e ku civak vê yekê qebûl bike. Em dixwazin îxtîdar daxwazên gel qedexe neke bibîne û binirxîne. Em wekî MMO'yê piştgirî didin vê kampanyayê."
HAK-PAR: Qedexe me eleqeder nake
Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Umît Tektaş jî anî ziman ku 4 daxwazan di nava kurdan de heyecanek afirandiye û anî ziman ku Kurd ji bo mafên xwe yên bingehîn tevlî vê pêvajoyê dibin. Tektaş destnîşan kir ku dewlet li hemberî vê pêvajoyê radweste û wiha got; "Qedexeyên dewletê me eleqeder nake. Wekî partiyên kurdan em ê xebatên xwe bidomînin. Em li kolan û taxan mal bi mal îmze berhev dikin. Em ê xebatên xwe li hemû bajarên Kurdistanê bidomînin."
BDP: Makezagona berê ne rewa ye
Endamê meclîsa partiya BDP'ê Huseyîn Dag jî anî ziman ku makezagona berê ne rewa ye û wiha axivî: "Em niha li Amed û bajarên din li gund û taxan di nav xebateke berfireh de ne. Em wekî partî girîngî didin vê pêvajoyê û li gorî wê dixebitin. Waltiyê standên îmzeyan qedexe kir. Ev yek di heman demê de helwesta hikûmetê ya li hemberî pêvajoya makezagonê nîşan dide. Daxwazên me ne li gorî makezagona heyî ne. Em qedexekirinê qebûl nakin. Makezagona berê ji bo me ne rewa ye."
KCD: Îmze di 15'yê Gulanê de dê pêşkêşî meclîsê bê kirin
Serokê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk Edîp Yaşar jî anî ziman ku wan xebatên xwe li gelek bajaran pêş xistiye û diyar kir ku ew ê îmzeyên ku difikirîn di 15'yê nîsanê de pêşkêş bikin di 15'yê Gulanê de ew ê pêşkêşî meclîsê bikin. Yaşar got; "Em ji bo makezagoneke demokratîk û piralî ketine nava hewldanan. Em dixwazin herkes tevlî kampanyaya îmzeyan bibin."
(ak)
