1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kurd di Newrozê de diçin referandûmê
Kurd di Newrozê de diçin referandûmê,kurd,di,newrozê,de,diçin,referandûmê

Kurd di Newrozê de diçin referandûmê

A+ A-

4 daxwazên kurdan ên di civîna "Yekîtiya Aqilê Kolektîf" hatin girtin dê di Newrozê de ji îmzayên gel re vê vekirin. Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, diyar kir ku kampanyaya îmzyan ji bo gelê kurd referandumek e. Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerefettîn Elçî jî diyar kir ku gel kurd li dora van 4 daxwazan tê cem hev gelek girîng e.

Di civîna "Yekîtiya Aqilê Kolektîf" de 4 daxwên bingehîn ên kurdan hatin diyarkirin û dê di Newrozê de ew daxwaz ji îmzayên gelê kurd re bên pêşkêşkirin. 4 daxwên "Nasîna nasnameyê, perwerdehiya zimanê zikmakî, statuya şsiyasî û mafê rêxistinbûna kurdan" dê ji îmzayên gel re bê pêşwazîkirin. Îmzayên di vê çarçoveyê de hatin komkirin dê ji Serokê Meclîsê û komîsyonên navneteweyî re bên pêşkêşkirin. Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettîn Elçî û Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek têkildarî mijarêl de ji DÎHA'yê re axaftin.

'Bila kurdî li herêma Kurdistanê wekî zimanê fermî bê bîlankirin'

Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, diyar kir ku ew li benda di makezagona nû de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd deriyek bê vekirin in û wiha got: "Ji bo vê yekê dê kurd wekî neteweyî tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê daxwazên xwe li hevbînin. Pozîsyona zelal bikin. Divê sazî û partiyên kurdan daxwazên xwe ji raya giştî re deklere bikin." Bozyel, anî ziman ku divê di makezagona nû de nasnameya kurdan bê parastin, nasnameya kurdan bê nasîn û hembûna kurdan bê qebûlkirin. Bozyel, da zanîn ku divê perwerdehiya kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bê parastin û wiha axivî: "Heke ev ziman di qada cemawerî de heyê bikaranîn û nebe zimanê fermî ne mimkun e bijî. Ji ber wê yekê divê kurd li Kurdistanê li gel tirkî bibe zimanê fermî yê duyemîn."

Bozyel: Ji bo kurdan referandum e

Bozyel, bilêv kir ku divê têgehên kurd û Kurdistan wekî tabu neyên dîtin û hemû astengiyên li pêşiya rêxistinbûna kurdan bên arkirin. Bozyel, destnîşan kir ku ji bo gelê kurd mafên xwe bikarbînin divê înşaya statuyê li erdnîgariya kurdan pêk bê û wiha pê de çû: "Em wekî partî federasyonê dixwazin. Partiyên din ên kurdan statuyên din dixwazin. Lê em ev yekê wekî statu biryara wekhev girt. Biryara statuya kurdan daxwaz hemû partiyên kurd û saziyên kurdan e û divê di makezagonê de bê parastin. Kampanyaya îmzayan ji bo kurdan referadum e. Pêvajoyên Newrozê riha gelê kurd a yekîtiyê hêj bi hêz dike. Divê Newroz wekî cejna neteweyî bê pîrozkirin."

Elçî: Pîrozbahiyên Newrozê yên bi hempa dê bibe bersav herî mezin

Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî jî diyar kir ku ew jî tevlî bernameya Newrozê ya BDP û KCD'ê bûn û wiha got: "Divê di vê demê de kurd bêtir xwedî li yekîtiya xwe derbikevin. Divê ji hemû serdemên din zêdetir daxwazên hevpar bînin ziman. Li dijî pêkaninên li dijî kurdên ên li dijî hiqûqê Newrozê dê bibe bersiva herî mezin." Elçî, anî ziman ku partiyên kurd ji bo daxwazên makezagonê hatin cem hev gelek girîng e û wiha axivî: "Kurd di mijara daxwazan de zelal bûn. Heke gelê kurd bi hêz li dora wan daxwazan bê cem hev êdî tu kes nikare bêje kurd çi dixwazin. Divê ji bo van daxwazan em bibin yek deng. Ev yek ji bo yekîtiya kurdan gelek girîng e."

OSP: Bi Newroz divê ev xebat bi hêz bibe

Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku kurd li dora 4 daxwazên hevpar ên makezagonê hate cem hev gelek girînge. Çîftyurek, anî ziman ku ev daxwaz dê di Newrozê de ji îmzayên gel re bê pêşkêşkirin û wiha got: "Em wekî partî li gelek cihan di nav komîteyên amadekar de cih digirin. Em dê li hemû qadên Newrozê ji bo kampanyaya îmzayan stantan vebikin. Em dê vê xebatê li gund û taxan berdewam bikin. Ji bo xebetê hemû partî dê bi xebitin." Çîftyurek, anî ziman ku cejna Newrozê nirxekî hevpar e û divê hemû kes li dijî operasyonên li ser siyaseta kurd a legel pêktên derbikevin.

(bd)