1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Kurd dê li Şengal û Kobanê azad bibin’
'Kurd dê li Şengal û Kobanê azad bibin’,kurd,dê,li,şengal,û,kobanê,azad,bibin

'Kurd dê li Şengal û Kobanê azad bibin’

A+ A-

RIHA (DÎHA) – Jinên êzidî yên li Ewropayê dijîn li şûna Cejna Êzî pîroz bikin hatin cem welatiyên Şengal û Kobanê. Jina bi navê Zero Bari têkîldarî mijarê nirxandina “Kobanê bajarake biçûk e lê ji ber ku jin û zilamên kurd li ber xwe dan bûye wekî Moskovê. Dê azadiya Serok ji wir derkeve” kir.

Jinên ku endamên Meclîsa Jinên Êzidî yê Ewropayê û Însiyatîfa Alîkariya Mexdûrê Şengal û Kobanê ne ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin Pirsûsê. Jinên hatin Pirsûsê 5 konbajarên welatiyên Kobanê bi cih bûne ziyaret kirin û alîkariyên ku bi xwe re anî bûn belav kirin. Ji jinên ku piştî Şirnex û Êlihê hatin sînorê Kobanê Dîlber Tuvaç diyar kir ku ew ji 17’ê kanûnê hatine û malzemeyên wekî televîzyon, makîneya dirûnê, cilên zivistanê yên ku li ser navê Meclîsa Jinan anîne belav kirine û bi welatiyan re hatine ba hev.

‘Divê em xwe azad bibin’

Ayser Yasît a li ser navê Însiyatîfa Alîkariya Mexdûrên Kobanê û Şengalê ya Ansbachê diyar kir ku ew di 18’ê kanûnê de bi parlamenterên Partiya Çepgir a Alman û Şaredarê Ansbachê hatine Pirsûsê û wiha berdewam kir: “Tê xwestin ku mirovên me li cihanê belav bin û ji ziman, kevneşopî û terzê jiyana xwe dûr bikevin, winda bibin. Tişta ku sîstem dixwaze ev e. Divê mirovên me vegerin axa xwe û cihên ku dijîn ji nû ve înşa bikin. Divê gelê kurd vê baş zanibe ku heke em xwe azad nekin tu kes nayê azad nake. Ez bexwedana Şengal û Kobanê li ser navê hemû hevalên xwe silav dikim.”

‘Serok dê li Kobanê azad bibe’

Zero Bari ya ku diyar kir ji bajarê Hannoverê ya Almanyayê hatiye, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal û Kobanê wan îsal li Almanyayê Cejna Êzî pîroz nekirine. Dayika Zero destnîşan kir ku wan xwestiye li cem gelê Şengal û Kobanê bin û li ser navê hemû jinên kurd ên êzidî yên li Ewropayê hatine vir. Dayuka Zero wiha axivî: “Me çav bernedaya ax, mal û namûsa tu kesan. Kobanê ne Qesra Spî ye, bajareke biçûk e. DAIŞ û welatên ku ew afirandine ji Kobanê çi dixwazin.” Dayika Zero wiha berdewam kir: “Kobanê bajarek biçûk e lê ji ber ku hemû jin û zilamên kurd li wir li ber xwe didin, bûye Moskow. Azadiya Serok jî Dê ji vir derkeve.”

Jinên êzidî yên ji Ewropayê di 17’ê kanûnê de hatin Pirsûsê dê heta dawiya mehêl i vir bin û li gundan tevli nobeta berxwedanê bibin, piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.

(sa/wk)