1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Kurd ji bo serxwebûnê diçin ber NY
Kurd ji bo serxwebûnê diçin ber NY,kurd,ji,bo,serxwebûnê,diçin,ber,ny

Kurd ji bo serxwebûnê diçin ber NY

A+ A-

Li bin banê "Newroza Sor" kurdên ku roja 20'ê Adarê li ber NY kom dibin daxuyaniyek belav kirin. Daxuyaniya Newroza Sor wiha ye:

"Gelî kurdistanîyan

Her wekî hatiye diyarkirin li gor bendên Netewên Yekbûyî (UN), her netewek xwedî mafê biryarê ye û maf heye paşeroja xwe bi rê ve bibe. Ev maf ne bi tenê ji kurdan hatiye standin, belku her bizaveke hatiye kirin ji aliyê kurdan ve, bi gulebaran û terorkirina wan hatiye bersivdan. Ev nêzîkî 100 salan e Kurdistan hatiye dabeşkirin wekî çar parçe, di nav çar welatan de hatiye parvekirin û kurd her li bin yasayên ûnsûrî jiyane. Bi sedan hezar can bûne qurban, bi hezaran gund hatine şewitandin û bajêrên me hatine dagirkirin û berdan. Nêzîkî sed salan e em li bin rêjîmên ûnsûrî jiyane, li bin tirs û terorê jîyane, îcar dem hat em van diyardeyan bi dawî bikin!

Gelî xwişk û birayên kurd, kî ji me li ser xwe qebûl deke ku kurd li Sûrî welatiyên pileyê duyem bimînin? An cadên hejar ên Kurdistanê li Îranê, rojane sor dibin ji xwîna gencên kurd? An ji ber daxwaza yek ji serekîtirîn mafên mirovan, ew jî azadî ye, ku kurd li Turkî, li bin yek ji ûnsirîtirîn rejîmên cîhanê ye. Li van deveran, kurdbûn, tawanek e li dû kurdan! Sîdarên van rêjîman, pir ji gencên me kurdan in ewên temenê wan wan li bin 18'an e! Ka mafên mirovanî li van deverên Kurdistanê, ku em nikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin?

Evcar, em, komek ciwanên kurd ên serbixwe, nikarin li hember van kiryaran bêdeng bimînin û kurdên me li van bardûxên nexweş bijîn! Em rabûn bi bizavekê û navê wê Newroza Sor e û sembola wê xwîna şehîdan û cejna me ya neteweyî ye. Bi vê bizavê em ê rabin bi şêweyekî aştiyane, xwepêşandaneke mazin li bajêrên kurdî û yên ewropî û daxwaza ji civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî (UN) bikin ku em bixe biryara serbexwebûnê bikin, di 20'ê Adara 2011'ê de û rabin bi danana wextekê nîşankirî ji bo bersîva daxwaza me!

Em rabûn bi çêkirina çalakiyekê li ser Facebook û di demeke kin de, nîzîkî 2500 kesî beşdarî kir heta niha! Em pêdivî hemû rêxistinên bajarvanî, gelên sivîl, partiyên siyasî, beşdar û palpiştên vê bizava dîrokî û girîng bin! Bi hev re yek dest bin û yek deng bin, em dê bi ser bikevîn! Roja welatbûnê nêzîk e!"