1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kurd qedera xwe diyar dikin
Kurd qedera xwe diyar dikin,kurd,qedera,xwe,diyar,dikin

Kurd qedera xwe diyar dikin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Kongreya Civaka Demokratîk a ku dê li ser rojeva êrîşên dewletê yên li hemberî îlankirina xwerêveberiyan û qatlîamên ku tên kirin dê sibehê kom bibe û kurd dê li vir qedera xwe nîqaş bikin. Di civîna ku dê 2 rojan berdewam bike kurd dê têkîldarî helwesta xwe deklerasyonê bi raya giştî re parve bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê li dijî dewleta ku daxwazên kurdan "terorîze" dike û bi qatlîaman bersivê dide bi kongreya xwe ya du rojan berdewam bike vê nîqaşan pêş bixe. HDP jî dê bi awayeke aktîf tevli van nîqaşan bibe. HDP a ku bi îradeyeke xurt ve beşdarî civînê bibe xwerêveberiyê jî wekî daxwazakî xwe yê bingehîn dibîne.

Xwerêveberî yek ji daxwazên bingehîn ên kurdan e

HDP a ku daxwaza navborî gelek caran aniye rojevê, bername û rêziknameya partiyê li gorî vê amade kiriye dema nîqaşên Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehên de vê ev yek anîbû rojevê, wekî rizgariya Tirkiyeyê dibîne. HDP'ê dema nîqaşên Komîsyona Lihevkirina Qanûna Bingehîn de ji bo xwerêveberiyan planekî berfireh amade kiribû û ji aliyê AKP, MHP û CHP ve hatibû redkirin de pêşniyara cot mclîs, parlamentoyên herêmî, walî û qaymeqam ji aliyê gel ve tên hilbijartin kiribû.

Li dijî xitimandina siyasî mudaxaleya radîkal

Çavkaniyên HDP'ê yên ku dê beşdarî civîna KCD'ê bibin diyar kir ku di merhaleya heyî de êdî rewş guheriye û mafên kurdan heye ku hemû nîqaşan pêş bixin, kongre ne tenê ji bo kurdan ji bo Tirkiyeyê jî pêvajoyekî dîrokî ye. HDP'ê daxuyand ku AKP'ê bi êrîşan ve pirsgirêka kurd anîn rewşa ku nikarin ji nav derkevin û ji bo kongreya bê lidarxistin jî dê bibe mudaxaleyeke radîkal.

Hamleya girtina berpirsyariyê

Çavkaniyên HDP'ê diyar kir ku divê di vî povajoyê de sîstema statukoparêz a berê nayê qebûlkirin û kongre di warî siyasî de dê ne xiraker dê avaker be, ji berpirsyariyê nereve dê berpirsyariyê bigire, paşve nebe û hamle bike, dê bibe kongreyekî bi vî rengî. HDP'ê daxuyand ku ev tê bê wateya ku civaka Tirkiyeyê jî ji dîktatoriyê rizgar bibe, tu kes nikare li hemberî tiştên ku diqewime bêdeng bimîne.

Çavkaniyên HDP'ê aşkera kir ku ligel ku civîna KCD'ê ye jî ev pirsgirêk hemû civaka Tirkiyeyê eleqedar dike û HDP jî hemayekî bingehîn a kongreyê ye. HDP daxuyand ku dê kongreyê nîşan bide ku hêzên demokrasî yên Tirkiyeyê jî çi dixwazin helwesta wan dê çi be bi awayeke zelal bên3işandan û ji bo vê yekê jî divê kongre baş bê şopandin.

Dê bibe bersiv

Çavkaniyên HDP'ê daxuyandin ku ev kongre dê li dijî helwesta dewletê ya "xwerêveberiyan krîmînalîze dike" bibe bersiv û ev yek ji bo ku kurd îradeya xwe bidin nîşandan û çanda demokratîkbûnê nîşan bidin jî ev yek gelekî girîng e

(sa)


Bêjeyên Miftehî