Kurd xwe wekî 'Turkmen' didin naskirin
Kurdên ji Sûriyê tên Dîlokê xwe wekî 'Turkmen' didin naskirin
NAZIM DAŞTAN
DÎLOK (DÎHA) - Kurdên herêma Rojava yên ji ber şerê navxweyî yên Sûriyeyê direvin Tirkiyeyê û li Dîlokê bi cih dibin ji tirsa rastî êrîşê bên xwe wekî Tirkmen didin naskirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Muslum Denîzhan diyar kir ku ji sedî 60'ê koçberan xwe wekî "Turkmen" didin naskirin. Denîzhan, anî ziman ku sedema vê yekê li Tirkiyeyê kurd nayên hezkirin û cemaetên li Tirkiyeyê hemu ji koka Turk-Îslamê pêk tên.
Li gorî lêkolîna Komeleya Mafên Mirovan a Dîlokê welatiyên kurd ên ji ber şerê navxweyî yên Sûriyeyê koçî Dîlokê dikin ji sedî 60'ê wan newêrin nasnameya xwe ya rastîn aşkere bikin û xwe wekî "turkmen" didin naskirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Muslum Denizhan, diyar kirin ku li Tirkiyê kurd nayên hezkirin û ji ber feraseta Îslama Tirk li ser cemaetan serdest e kurdên ku koçî Tirkiyeyê dikin nasnameya xwe vedişêrin. Denîzhan, anî ziman ku wan li ser koçberen kurd ên hatine Dîlokê lêkolîn kirin û wiha got: "Me hin malbat ziyaret kirin û hin malbatên din jî hatin serî li me dan. Li gorî dane û lêkolîna ku me kir, ji sedî 60'ê koçberan nasnameya xwe ya kurdiyê vedişêrin û xwe wekî Tirk didin nîşandan. Denîzhan, da zanîn ku wan malbata 18 kesan ziyaret kiriye û malbata ku kurdin xwe weki Tirkmen dane naskirin. Piştî ku me bi wan re hevdîtin ku û fikaran wan derbas kir diyar kirin ku kurd in û ji tirsa rastî êrîşê bên nasnameşa xwe veşartine. Em çûn hin malbatên din. Malbatên din jî dîsa xwe bi vî rengî dan naskirin. Bifikirn mexdûrên şer li welatekî din jî newêrin nasnameya xwe aşkere bikin. Ev rewşek pir xerab û bi êş e. Ev yek nayê qebûlkirin.
'Ji ber kurd nayên hezkirin xwe 'tirkmen' didin nasîn
Denîzhan, anî ziman ku kurdên ji Sûriyê koç dikin ji sedî 60'ê wan xwe wekî Tirkmen didin naskirin. Denîzhan, da zanîn ku hem kesî nas nakin û hem jî ji tirsan bi nasnameya "Tirkmen" xwe didin nasîn. Sedama vê yekê li Tirkiyeyê kurd nayên hezkirin û li aliyê din cemaatên Tirkiyeyê li ser koka îslama tirk hatiye avakirin."
(mae)
