1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kurdan Biryara Xwe Dan
Kurdan Biryara Xwe Dan,kurdan,biryara,xwe,dan

Kurdan Biryara Xwe Dan

A+ A-

AMED - Wekîlê Seokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna pêşîn a Koma BDP’ê de ku ne li Enqereyê li Amedê pêk hat de bal kişand ser hewldana AKP’ê ya ku dixwaze bi MHP’ê re makezagona nû çêbike û got, “ MHP bi tehdîtkirina xwe nikare qet helwesta me nerm bike. Kurdan biryara xwe daye, dora biryarê ya AKP’ê û di şexsiyeta wê de ya dewletê te.” Demîrtaş bal kişand ser wê yekê ku ji bo vegera meclîsa Enqereyê divê şertê mûtabakatê hebe.

Civîna ku li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat de hem^mebûsên ku derbasî BDPĞ’ê bûbûn û gelek ji kesên wekî din jî beşdar bûn.

Gelek rojnamegeran jî civîn şopandin û ROJ TV’yê jî civîn zindî weşand. Di salonê de pankarta bi Kurdî ya “Civîna Komê ya BDP’ê AMED” nivîsandî bal dikêşa. Axavtina vekirinê wekîla seokê komê Perwîn Bûldan kir.

Paşê Selahattîn Demîrtaş axivî û anî zimên ku Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê bûye hêviyek ji hemû kesên bindest û çewisandî yên li Tirkiyeyê dijîn. Demîrtaş di serî de anî zimên ku ew serkeftina Eniyê di serî de Brahîm Xelîl Orûç diyarî dikin ji bo hemû şehîdan.

EV GELEKÎ GIRÎNGE JI BO MÛXATABÊN ME

Demîrtaş anî zimên ku digel hemû qeymeqam, walî, karmend, pere û hemû derfetên raya giştî yanî yên dewletê jî enî bi serr ketiye û bûye hêvî.

Demîrtaş qala 7 partiyên wan ên ku heta niha hatine girtin kir, di wê pêvajoyê de zêdeyî 20 hezar faîlên kiryar nediyar, bi sedhezarî însan girtine, ji 3 hezaran bêhtir gund xerakirine, şewiandine û her dem derê parlamentoyê li Kurdan girtine, mebûsên wan bi hişkederbê girtine û birine xistine girtîgehê kir û anî zimên ku dîsa jî gelekî watedar e kum e riya hilbijartinê bi awayekî demokratîk ji bo siyasetê hilbijartiye. Got,”Ev yek ne tenê ji bom e her wisa ji bo mûxatabên me jî gelekî girîng e. rewşa ku derketiye holê gelekî di ser hêza xuya ya 36 mebûsan e. ev rastiyeke têkoşîna 30 salan e. Ev encama têkoşîna kesên ku ji zindana Amedê têkoşîn dane destpêkirin e. ji ber vê yekê em vê yekê diyariyî kesên şehîd ketine dikin.”

‘DEWLET TÊK ÇÛYE’

Demîrtaş destînaş kir ku wan ne tenê li dijî AKP’ê serkeftin bi dest xistine her wisa wan li dijî polîsên AKP’ê, waliyên wê, qeymeqam, çapemenî û kapîtalîstên wê serkeftin bi dest xistine.

Lewma jî dewlet hem bi awayekî siyasî û psîkolojîk hem jî bi awayekî bîrdozî bênîqaş dewlet têk çûye. Hemû polîtîkayên wê îflas kirine

Demîrtaş bal kişand ser polîtîka û fikra Partiyekle Sîwan û got îhtimal ek u di hilbijartineke din de partiyeke ku bibe desthilat jî derê holê. Demîrtaş got ku armanca wan ne bidestxistina desthilatiyê ye, armöanca wan ew e ku desthilatdariyê radestî gel bikin e.

SEROKWEZÎR NIKARE HELWESTA BDP’Ê YA BOYKOTÊ FÊM BIKE

Demîrtaş got, “ Hûn dibînin ku Erdogan çi zimanî bikar tîne. Lewma jî ew ê nikaribe boykota BDP’ê fêm bike. ji ber ku zimanê bikar tîne ne ew zimanê ku kêşeyan çareser bike ye. Lewma jî axavtina wî ya li Balkonê tenê li wê balkonê maye.



ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî