1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kurdan Suryanî Şandin Parlamentoyê
Kurdan Suryanî Şandin Parlamentoyê,kurdan,suryanî,şandin,parlamentoyê

Kurdan Suryanî Şandin Parlamentoyê

A+ A-

MÊRDÎN - Di hilbijartina serdema 24'an de ji Mêrdînê 3 nemzetên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê û 3 namzetên AKP'ê çûn meclîsê. Bloka Azadiyê ji 3 namzetan Erol Dora yê Suryanî şand meclîsê û bi vê yekê yekem car parlementerekî suryan çû meclîsê.

Piştî ku Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê cih da hemû reng û dengan û ji Suryaniyan namzet Erol Dora nîşan da, deriyekî nû li meclîsê vekir. Li Mêrdînê 3 namzetên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê û 3 namzetên AKP'ê çûn meclîsê. Blokê di vê hilbijartinê de Gulser Yildirim ku ji doza KCK'ê girtî bû, namzetê Suryanî Erol Dora ku yekem car deriyê meclîsê li Suryaniyan vedike û Ahmet Turk ku siyaset lê hatibû qedexekirin şand meclîsê. Blokê bi vê yekê rê li pêşiya gavek yekem vekir û yekem car namzetê Suryanî Prz. Erol Dora şand meclîsê. Di vê serdema 24'an ya meclîsê de gavek yekemîn hate avêtin û meclîsê yekem car deriyê xwe ji parlementerê Suryanî re vekir.