1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KURDÎ-DER'a Wanê ji bo dema nû amadekariyê dike
KURDÎ-DER'a Wanê ji bo dema nû amadekariyê dike,kurdî,der,a,wanê,ji,bo,dema,nû,amadekariyê,dike

KURDÎ-DER'a Wanê ji bo dema nû amadekariyê dike

A+ A-

Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînkirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a Wanê ji bo dema nû amadekariyê dike. Komele dê bi atolyeyan ji 1'ê Cotmehê şûnde ji bo zimanê kurdî hamleyeke nû bide destpêkirin.

KURDÎ-DER'a Wanê ku ev demeke dirêj e xebatên xwe didomîne ji bo dema nû amadekariyên xwe didomîne. Li Wanê ji bo pêşxistina zimanê kurdî dê ji 1'ê Cotmehê heta Hezîrana 2012'an atolye bên vekirin û ji bo pêşxistina ziman xebat bêne meşandin. Serokê Komeleyê Levent Urun destnîşan kir ku li ser zimanê kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didome û ji ber vê yekê jî ew ê wekî komele ji bo pêşxistina ziman têbikoşin. Urun li hemberî gotinên ku hikûmet pêşiya kurdî vedike nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku wen berê ji bo ku li Wanê kursên ziman vekin serî li rayedaran dane lê rastî gelek astengiyan hatine.

'Em ê di nava gel de bin'

Urun da zanîn ku niha ji bo kursa kurdî qeydan digirin û dê hefteyeke bidome. Urun wiha berdewam kir: "Em ê wekî komele di 1'ê cotmehê de dema nû bidin destpêkirin. Banga me ew e ku welatiyên ku dixwazin hînî kurdî bibin serî li me bidin. Di vê mijarê de bar dikeve li ser milên komeleyên li taxan. Ew dikarin ji bo vê xebatê pêşengiyê bikin. Heke bixwazin em dikarin dersê bidin wan." Urun got ku ew ê îsal bêhtir di nava gel de bin. DÎHA (sa)