KURDÎ-DER’ê operasyonê “KCK” vala derxistin!
Yek ji mexdurê vê operasyonê jî saziya Komela Lêkolîn û Pêşveberina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) e
BÎLAL GULDEM Yek ji mexdurê vê operasyonê jî saziya Komela Lêkolîn û Pêşveberina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) e. Ji 24 kesên li Êlihê hatin girtin jî yek Serokê Şaxê Şêhmus Aslan û rêveber Hamza Ayîş e. Beriya çenda meha dîsa di encama operasyonê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê berê ya Êlihê Abdullah Bati jî hatibû girtin. Li gel hemû astengiyan xebatkarên KURDÎ-DER’ê xebata xwe ziman dimeşînin.
Di 8’ê Kanûna de li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê di bin navê “KCK’ê” de operasyonek mezin pêk hatibû. Di serdegirtinan de nûner û endamên BDP, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û ÎHD jî di navde 85 kes hatibûn binçavkirin. Di encama binçavkirinan de ji 85 kesan 24 kesên Êlihê, 8 kesên Sêrtê û 16 kesên Mêrdînê bi tevahî 48 kes hatin girtin. Yek ji mexdurê vê operasyonê jî saziya Komela Lêkolîn û Pêşveberina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) e. Ji 24 kesên li Êlihê hatin girtin jî yek Serokê Şaxê Şêhmus Aslan û rêveber Hamza Ayîş e. Beriya çenda meha dîsa di encama operasyonê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê berê ya Êlihê Abdullah Bati jî hatibû girtin. Di nava 5 mehan de bû 3 rêveberên wan tên girtin. Di her operasyona qirkirina siyasî ku li Êlihê pêk hatiye de jî KURDÎ-DER’ê cihê xwe girtiye. Piştî girtna rêveberan KURDÎ-DER navber neda xebatê xwe yê ziman li ser kevneşopiya zimanê qedîm pêşvebirina ziman di domîne. Her sal ku bi sedan xwendekarê ziman fêrî gramera zimanê kurdî dike û mezûn dike Şaxa KURDÎ-DER’a Êlihê ye. Li gel êrîş û zextên li ser KURDÎ-DER’ê ku pêk ten jî bi xurtkirinek mezin û tevlîbûna zêde ya xwendekaran xebatê xwe ziman dimeşîne. Rêveber, mamoste û xwendekarê KURDÎ-DER’ê bertekên xwe yên li hemberî operasyonên bi ser wan de tên ji ajansa me DÎHA’yê re anîn ziman.
Li KURDÎ-DER’ê di hefteyê de ji bilî roja înê her roj ders hene. Bi tevahî 250 xwendekar li wir dersa zimanê kurdî dibînin. 4 pol asta yekemîn, 2 pol asta duyemîn, polek asta sêyêmîn û astek jî pola mamoste gihandinê heye. Ji bo ders dayînê jî bi dehan mamoste hene û xebatê ziman di meşînin.
‘Dixwazin îmajek illegaltiyê bidin me’
Rêveber û mamostê KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk, diyar kir ku demek dûr û dirêje operasyonê siyasî bi ser saziyên kurdan ve pêk tên û yek ji van saziyan jî ya wan e. Çelîk, anî ziman ku ji 2009’an û vir ve operasyonê siyasî pêk tên û got diyare ku wek medya wan jî li xwe mikûr tê ev operasyon koka xwe ji bingehek siyasî digire. Çelîk, da zanîn ku dewlet êdî hatiye wê asta ku ziman û nasnameya kurdan qebul kiriye û diyar kir ku dîsa naqokiyek wiha di nava xwe de dijî û got xetereyek heye ku operasyon wisa bi domin. Çelîk anî ziman ku tenê armanca van operasyona ji bo ku ev sazî li ser piyan nemînine û wiha got: “Ji bo ev sazî xebat nekin û bên xetimandin ev êrîş pêk tên. Armanca operasyonan diyar û aşkereye. Beriya 6-7 mehan dîsa bi ser saziya me ve girtin. Ji sala 2008’an vir ve heta wê operasyonê xebat û materyalên me hemû hatin tûnekirin. Xwestin îmajek îllegaltiyê bidin me, ji bo xebatên me bên astengkirin. Wê demê serokê me hate girtin. Xebatkar, mamoste û xwendekarên me xwedî li xwe xwedî derketin û rêveberiyê heta kongreyê meşandin.” Çelîk, destnîşan kir ji bo xwedî derketina saziyan heye li xweşa wan naçe û got her çiqas jî dewlet dibêje perwerdehiya kurdî nayê kirin jî lê saziyên ziman didin nîşandan ku kurd dikarin xwe bi xwe perwerde dikin.
‘Operasyon vala derket berxwedan bi serket’
Çelîk, bi lêv kir ku ev sazî hemû bedel dayîna gele û got ji bo gel xwedî lê dertê desthilatdariya AKP’ê bi kedxwarinekê dixwaze hemû tiştî bike yê xwe. Çelîk, da zanîn ku vekiran TRT6, Artuklu û dersên hilbijêr bi heman armancê hatine vekirin û wiha vegot: “Ji bo pêşiya xebatê dildarî û xebatên li ser bedeldayînê hatine kirinê xesp bike û ketiye dû rantek siyasî. Ev du mehe hatiye hilbijartin. Hêj baş û baş rêveberî ne hatiye rûniştin jî ku li wan tewanbariyek wisa darîzinin. Ji bo ku kurd hatine merhaleya xwe meşandinê, ji vê boneyê ev operasyonê siyasî tên kirin. Em van operasyonan şermezer dikin. Em ji rayedaran re teqez dibêjin bila rêveber û siyasetmedarê me berdin.” Çelîk, anî ziman ku her yek di şûna xwe de girîngiya wan heye û diyar kir ku lê Şêxmusek û Hemzayek hatibe girtin bi dehan Şêxmûs û Hemze hatine şûna wan. Çelîk, da zanîn ku ji bo pêşveberina ziman operasyon û girtnan li ser wan bandorek neyînî ne kiriye. Çelîk, got ku heta niha hemû astengî û operasyonê wan vala derketine û diyar kir ku hemû dîsa berxwedanê kar kiriye. Çelîk, destnîşan kir ku gelê kurd bi hemû awayî xwedî li nirx, şehîd û çanda xwe dertê û got xwedî derketin di şexsiyeta gelê kurd de ye û kesyet bê ziman û çand ne mimkune.
‘Dixwazin pişftina çandî pek bînin’
Rêveberê berê û mamostê niha Ahmet Ugurlu jî diyar kir ku di du rêveberiyê berê de rêveberiyê kiriye û niha jî ew li saziyê wek mamoste xebatê dike. Ugurlu, anî ziman ku wê demê çewisandinê bi vî rengî hebûn lê got wan xebatê xwe tu demê nedan sekinandin. Ugurlu, destnîşan kir ku wan xebatê nedane rawestandin û dê nedin rawestandinê. Ugurlu, bi lêv kir ku ev êrîş li hemberî saziyan çavtirsandineke û armanc zext û zordarî ne. Ugurlu, derbirî ku xwendekarê wan jî qet bandorek neyînî ne hatiye kirin, gav ne avêtine paş û her ku diçe tevlî bûn zêde ye. Xwendekar Mehemt Avşar jî anî ziman ku ev operasyon her tim li ser çanda kurdan pêk tên û da zanîn ku bi taybetî dewlet berê xwe dide saziyên afirandina çanda kurdan. Avçar, bi bîr xist ku dixwazin pişaftinek çandî çê bikin û naveroka saziyan vala derbixin. Avşar, destnîşan kir ku ew jî wek şagirtên ziman dê şagirtiya xwe bikin û got tu êrîş nikare pêşiya wan bigire.
(bg/mae)
