1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kurkçu: Ev Serkeftina Ocalanî ye
Kurkçu: Ev Serkeftina Ocalanî ye,kurkçu,ev,serkeftina,ocalanî,ye

Kurkçu: Ev Serkeftina Ocalanî ye

A+ A-

MÊRSÎN - Parlementerê serbixwe yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, encamên hilbijartinê û serkeftina blokê ya li Mêrsînê nirxand. Kurkçu, anî ziman ku di vê hilbijartinê de Birêz Ocalan bi ser keft û wiha got: "Rêhevalekî me li nava giravekê di pencerekê de berê xwe dide cîhanê û rê nîşanî me dide."

Parlementerê serbixe yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, encamên hilbijartinê û serkeftina blokê ya li Mêrsînê ji DÎHA'yê re nirxand. Kurkçû, diyar kir ku li Tirkiyeyê deriyê heviyekê nû hate vekirin û wiha axivî: "Di gotin wê keda me ya Mêrsînê vala biçe. Ji bêr vê yekê gelek ked hate dayin. AKP'ê bi amûra olê li ser gele me gelek listik lîstin. CHP'ê behsa têkoşîna li dijî AKP'ê kir û serê girseya me ya elewî tevlî hev kirin. Lê li dijî vê yekê hilbijarên kurd û çepkir bi biryar bûn. Hilbijarên nû hatin. Hemû kes bi wijdanî û exlaqî piştîgirî dan blokê."

'EM WÊ LI MECLÎSÊ KOMA HERÎ BI HÊZ YA MUXALEFETÊ BIN'

Kurkçu, da zanîn ku wan li Mêrsînê wekî blokê encama dixwastin girtin. Kurkçu, bilêv kir ku wan bi tevgera gelê kurd re encameke gelek watedar bi dest xist û wiha axivî: "BDP, partiyên blokê, hewildan û hemû kesên din hêza xwe kirin yek û seferber bûn. Me li Mêrsîn encama dixwast bi dest xist. Hem Tevgera Şoreşger a Kurd û hem sosyalîstên Tirkyeyê qezenc kirin. Li Tirkyeyê me hemûyan bi hev re deriyekî nû yê hêviyê vekir. Li Mêrsînê movikek din li serkeftina blokê ve hate zêdekirin. Li Edeneyê jî serkeftin pêk hat. Bi tevahî 36 wekîlên blokê dê li Meclîsê koma muxalîf a herî bi hêz be. Ji ber ku kesên din hemû desthilatdariyê temsîl dikin. Ji ber vê yekê me serkeftinekî gelek mezin bi dest xist."

'ENIYA AŞTIYÊ PÊŞKET'

Kurkçu, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li kijan aliyê dixwazin berê xwe bidin, bidinê li Kurdistan, Stenbol, Mêrsîn, Edene û hemû cihên din bi hevre endiya aştiyê pêşxist û ev yek ji bo endiya aştiyê gavekî gelek girîng e. Em dê vê gavê li Mêrsînê bidin destpêkirin û li Enqereyê bi dawî bikin. Li Mêrsînê têkoşînekî baş hate dayîn. Bi hezaran ciwan, pîr, jin û hezaran muşahîdan xebat hate meşandin. Leyla Halîd ji filîstên hat tevlî mitînga me bû em vê yekê ji bîrnakin. Hevalên min yên 68''an, Dev-Gençlî û gelek kesên din bi exlaqî piştîgirî dan blokê. Ez wan hemûyan pîroz dikim û bi wan serbilind im."

'WEKE AMEDÊ MÊRSÎN JÎ KETE NAVA BAJARÊN ŞOREŞGER'

Kurkçu di dewama axaftina xwe de wiha got: "Kurdistan, Çukurova û Stenbolê destên xwe da hev û li Tirkiyeyê yek enî, Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê radibe piyan. Mêrsîn 12 salin li benda serkeftinê ye û me bi dest xist. Weke Amedê niha Mêrsîn jî di nava bajarên şoreşger de cihe xwe girt. Em careke din vedigerin beriya salên 80'î. Ev ji bo Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê vejîneke nû ye."

'GEL LI DORA BLOKÊ CIVIYAN'

Kurkçu bal kişand li ser serkeftina Blokê jî û wiha got: "Êdî bi tiştên biçûk ve mijûlbûn nabe. Hêviyên mezin, hesabên mezin û çalakiyên mezin li benda me ne. Ez vê yekê tenê ji bo serkeftina parlamentoyê nabêjim. Ji ber ku li dora Blokê tevgereke gelan a bêhempa ava bû. Dê dilên hemûyan li vir bavêje. Em ê her tim ji Enqereyê vegerin Mêrsînê û bibêjin 'divê em niha ber bi kê ve biçin' bikin. Ew ê jî ji bo me rê nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî em li Tirkiyeyê riya siyaseteke nû vedikin. Emê ne karê xwe paşguh bikin ne jî bêyî stratejî û taktîk sozên pûç bidin."

'OCALAN PÊŞIYA ME VEKIR'

Kurkçu bal kişand bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ser siyasetê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hilbijartinê de hem bi fikrên xwe hem jî bi pêşdîtinên xwe birêz Ocalan pêşiya me vekir. Ez dibînim ku dema ku pêvajoya hilbijartinê dest pê kir û piştre jî birêz Ocalan bi bangên xwe yên li Îmraliyê gelek tişt kir. Heke ev piştgirî neba, jiyana me ya li vir ewqas rehet nedibû. Kesên ku bi îslamiyet û ol bi kar anîn û xwestin me têk bibin, an jî yên ku li ser nasnameya kurd puanan bigirin, her wiha kesên ku di bin navê şoreşgeriyê de derketin pêşiya me hemû bi pêşniyar û rênîşandana wî ji dewreyê hatin derxistin. Me ev yek dît; rêhevalekî me yî pir dûre û derfetên wî gelekî kêm e li gorî kesên ku derfetên wan pir in çiqas mezine. Ji ber ku hîskirina gel û pêşerojê pir girîng e. Ji ber ku me ev yek bi hevre hîskir ez pir kêfxweş im. Astengiyên qanûnî û zor li hemberî tegereke gel tiştekî îfade nake. Ya girîng ew e ku cewherê dîrokê bila bê fêmkirin. Bêguman me ev yek fêm kir. Ez dikarim bibêjim ku di hilbijartinê de birêz Ocalan bi ser ket."