1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kurkçu: Rapor rastiya girtîgeha Rihayê vedişêre
Kurkçu: Rapor rastiya girtîgeha Rihayê vedişêre,kurkçu,rapor,rastiya,girtîgeha,rihayê,vedişêre

Kurkçu: Rapor rastiya girtîgeha Rihayê vedişêre

Enqere - Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan ya Meclîsa Tirkiyeyê rapora kuştina 13 girtiyên Girtîgeha Rihayê temam kir. BDP'ê û CHP'ê şerha xwe dan pêş roporê.

A+ A-

Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, têkildarî raporê diyar kir ku, berpirsyarê kuştina girtiyan personel û rayedarên girtîgehê ne.

Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê rapora derbarê kuştina 13 girtiyên Girtîgeha Rihayê yên di 17'ê Hezîranê de bi şewatê hatin qetilkirin amade kir û pêşkêş kir. Di raporê de endamên Komîsyonê Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu û Parlementerê CHP'ê Mahmut Tanal, Levent Gok, Sînan Aygun şerha xwe danîn û qebûl nekirin. Parlementerên CHP'ê diyar kirin ku, di raporê de şert û mercên girtîgehê baş nehatiye vegotin û serê gelek rastiyan hatiye veşartin. Parlementerên CHP'ê da zanîn ku, gelek binpêkirina mafan nehatine dîtin.

'RAPORÊ REWŞA RASTIYA GIRTÎGEHÊ VENEGOTIYE’

Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî têkildarî raporê diyar kir ku, berpirsyarê kuştina girtiyan personel û rayedarên girtîgehê ne û wiha got: "Di raporê de tê gotin ku kuştina 13 kesên di bin ewlehiya dewletê de nayê qebûlkirin û di lîteratura ziman de ji vê yekê re dibêjin "idare-î maslahatvanî" Kurkçu da zanîn ku, rapor pir şolî û tevliheve û şerha xwe danî. Kurkçu anî ziman ku, rejîma girtîgehan ya Tirkiyeyê rejîma îşkenceya bi rêk û pêke û wiha got:

"Lê di raporê de dixwazin ser vê rastiya li girtîgehan veşêrin. Kapasîteya girtîgehê 375 kesin, lê hezar û 57 girtî li vê girtîgehê tên girtin. Ji vana 800 kes girtî tên darizandin. Wezîrê Dadê bi devê xwe ev rastî aşkere kir. Girtîgeha Rihayê ku 50 salin vekiriye, tev riziya ye û bêhnê dide. Şert û mercên tenduristiyê qet tune. Girtî xwarin û vexwarinê di nava şert û mercên baş ne temîn nakin. Di meha Tîrmeha 2010'an de Erkan Gumuştaş ji ber şert û mercên girtîgehê çalakî pêk anî û xwe şewitand. Baroya Rihayê sala par rapor amade kir û diyar kir ku, rûmeta mirovan tê şikandin. Li gel vê yekê li şûna 3 kesan 18 kes tên girtin. Li gel germa havînê ya zêdeyî 40 dereceyan daxwazên girtiyan ên hênikbûnê li ber çavan nehatin girtin."

Kurkçu da zanîn ku, di raporê de derbarê çawabûna çalakiyê û encama çalakiyê de agahiyên zelal û aşkere nehatine dayîn û gelek pêkanînên li wir hatine veşartin. Kurkçu destnîşan kir ku, di encama raporê de, sucdariyê davên ser personelan û kêmasiyê wekî aydî personelan dibînin û wiha berdewam kir: "Di raporê de cih nade kêmasiyên tupên agirkuj û alavên hawariyê. Gelek alav û amûrên agirkujê li girtîgehê tune bûn, lê derbarê tunebûn û paşguhkirina kêmasiyan de rapor nehatiye amadekirin. Ji ber vê yekê rapora hatiye amadekirin jî pir kêm û şolî ye. Rastiye aşkere nake û bincil dike. Gev rastiya ku di raporê de hatiye nivîsandin, di zimanê literatura siyasî de "îdare-î maslahatvanî" tê gotin.

'LI ŞÛNA RATIYAN, TIŞTÊN BEROVAJÎ HATIN NIVÎSANDIN'

Kurkçu daxuyand ku, di raporê de rastî hatiye berovajî kirin û li şûna ku rasti bê vegotin rastî wekî bûyerek "terorê" hatiye nirxandin û di hiş û mejiyan de tevlîhevî çêkirine. Ji ber agahiyên şaş bûyer mezin bûn û bûn sedema gelek mirinan. Di van bûyeran de piranî girtiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan."

Kurkçu anî ziman ku, raporê cih nedaye helwesta Waliyê Rihayê ya li hemberî malbatên girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Malbat li ber deriyê girtîgehê rastî tundiya walî û polîsan hatin. Lê raporê behsa vê yekê nekiriye. Gelek rastî hatine veşartin. Li şûna vê yekê pêşniyarê me yên çareseriyê wiha ne: Li şûna girtîgehên nû ava bikin, bila zagona înfazê CMK'ê biguherin û girtî bên berdan. Divê şert û mercên girtiyan ên fîzîkî bên başkirin. Divê mafê girtiyan yên girtîgehan tev bên dayîn. Divê dawî li komkujiya siyasî bînin. Divê girtîgehên li gorî peymanên navneteweyî û Yekîtîya Ewropayê yên li dijî îşkence û binpêkirina mafan tev bigerin. Divê êdî saziyên sivîl ên civakî û Saziyên Civakî yên Demokratîk karibin bi rêk û pêk li girtîgehan venêrtinê bikin. Divê êdî kesên li girtîgehan binpêkirina mafan dikin bên cezakirin û ji kar bên dûrxistin."

ANF NEWS AGENCY