1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Kêliyên hevdîtina bi Ocalan re
Kêliyên hevdîtina bi Ocalan re,kêliyên,hevdîtina,bi,ocalan,re

Kêliyên hevdîtina bi Ocalan re

A+ A-

MEDYA DÊRSIM - QAMIŞLO 02.04.2014 09:20:04 Dayika Letîfa Hisên û Dayê Hema ku di demên cuda de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin, bi wesîleya 65. salvegera ji dayikbûna Ocalan, ew keliyên hevdîtinê vegotin.

Bi wesîleya 65. salvegera ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, dayikên li Rojavayê Kurdistanê yên di demên cuda de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re pêk anîne, bîranînên xwe vegotin.

Dayîkên bi navê Letîfa Hisên û Dayê Hema di der barê bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd re ji ANF’ê re axivîn û hevdîtinên xwe ya yekemîn bi Rêberê Gelê Kurd re wiha bi bîr anîn Dayikan gotin; ‘Rêberê me mirovekî mezin e û ne ji ramanê wî bûya, dibe cihê me di civakê de niha ne di vê radeyê de ba.’

Dayika 70 salî ya bi navê Letîfa Hisên a ji bajarê Qamişlo ku dayika sê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye (Elî, Nûcan û Engîzek), hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd a beriya 20 salan wiha rave kir; “Rojekê ez çûbûm gund, min kurê xwe yê ku çûbû gerîla di xew de dît ku, ew di nava xwînê de maye. Piştî dîtina wê xewnê ez vegeriyam malê û yekser ez nexweş ketim. Bi dîtina wê xewnê re min zanî ku kurê min Elî şehîd ketiye. Lê ji ber rewşa min a tendurustî zêde ne baş bû, ji lewra ez çûm nexweşxayê û ez çend rojan di nexweşxaneyê de mam.

Dema ku ez li nexweşxaneyê bûm du hevalên xurt hatin gel min û gotin; ‘dayê Rêbertî dixwaze te bibîne.’ Min jî got ser çavan ezê werim. Dema ku ez çûm gel Rêbertî gelek jin li gel serok bûn, Rêbertî rabû ser xwe silav li hemû dayikan û jinan kir. Rêbertî bi rûyekî ken ji me pirsî û got; ‘dayikno hûn ji bo çi hatine, divê hûn hemû niha li ser karê xwe bin’ dayikan jî got; ‘em hatine te bibînin.’

Dema ku Rêbertî hate gel min û silav li min jî kir got; ‘ dayê tu çima hatiye gel me? Min jî got; ‘serokê min ez nehatima te bibînim, te bang li min kiriye ji ber vê ez hatime. Wê demê Rêbertî keniya û di wê navberê de havalan ji Rêbertî re gotin ku ev dayika hevalê Elî ye.”

‘DAYÊ SERÊ TE SAX BE’

Dayika Latîfa ya ku şehîd bûna kurê xwe ji Rêberê Gelê Kurd dibihîze wiha gotinên xwe berdewam dike; “Dema ku diyalog di navbera min û Rêbertî de berdewam dikirin min ji Rêbertî re got; ‘Rêberê min ez bi xwe karê xwe dimeşînim û çi karê dikeve ser milê min bê dudilî ezê bi rêve bibim. Lê sedema îro hatina min ji ber min xwest bersiv bidim banga te, ji ber vê ez li vir amede me. Wê demê Rêbertî got; ‘Dayê serê te sax be min nedixwest ku ez agahiya şehîdbûna hevalê Elî bidim te, lê hevalê Elî şehîd bû. Bi rastî wî gelek kar bi rêve dibir û jêhatî bû. Dibe ku hevalê Elî kurê te ye, lê di heman demê de jî ji bo me jî şehîd bûna wî ziyan bû.’ Min got; ‘Rêberê min kurê min berx bû, min ji te re kire qurban.’ Wê demê Rêbertî jî got; ‘temaşe bikin ev dayika qehreman û pehlewanan e.’

Dayîka Latîfa ya ku êdî pir caran diçe gel Rêberê Gelê Kurd û nîqaşan bi rêve dibe bîranîna xwe wiha didomîne; “Ji ber keça min Nêrgiz tevî komek ji hevalên xwe di bin aşûtê de mabûn, ji lewra Rêbertî bangî min kir û got; ‘ dayê ka biçe û li rewşa hevala Nêrgiz binêre û agahiyên wê ji min re bîne.’ Ez wê demê çûm Bakurê Kurdistanê û bi agahiyan ez careke din vegeriyam gel Rêbertî û min ji Rêbertî re got ku rewşa wê û ya hemû hevalan başe û silavên wan ji te re hene. Her wiha qet ji bîra min naçe ku her dem Rêbertî ji zarokên min re digot; ‘ji ber dayika we qehremane ji ber vê hûn jî bi hêzin û li ber xwe didin.”

Li gel vê bi wesîleya 65. salvegera ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd dayîka Latîfa ev roj jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Tenê daxwazeke me heye ew jî ku Rêberê me derkeve û em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin. Ji ber Rêberê me roniya çavê me ye, em dayik bi riya ramana Rêberê xwe bûn xwedî zanebûn û nirxê me careke din di nava civakê de vegeriya asta berê ya ku jin di nava civakê xwediyê wê bû. Û Rêberê me ne weke rêberên din ên cîhanê ye. Ji lewra em weke dayikên bajarê Qamişlo careke din roja dayîkbûna Rêbertî di serî de ji vir heyanî Îmraliyê li Rêberê xwe pîroz dikin, her wiha 4’ê Nîsanê li hemû dayîk û jinên kurd û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Ji ber hebûna rêberekî wiha li ser rûyê cîhanê ne tenê ji bo gelê kurd, her wiha ji bo hemû gelên herêmê û gelê cîhanê xwedî wateyeke mezine û divê em hemû xwedî li ramanê Rêbertî derkevin. Ji ber tenê ew dikare bi riyên ramanên xwe bibe riya azadî û rizgariya hemû jin û gelên bindest. Ji ber ne ji ramanê rêberê me ba, belkî cihê me di civakê de niha ne di vê radeyê de ba. Her wiha hemû serkeftinên ku di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê de tên jiyandin bi keda Rêberê me ye.

‘MIN HEMÛ ZAROKÊN XWE BI RAMANÊN REBERTÎ MEZIN KIR’

Dayê Hema ya 65 salî ya ji bajarê Qamişlo ku Rêberê Gelê Kurd her dem bi vê navî bang lê kiriye û êdî ji aliyê hemû kesên ku wê dinasin ve wiha bang lê tê kirin jî wiha dest bi gotinê dike û dibêje; “ Dema ku Rêbertî di salên destpêkê de derbasî Beyrodê bû hate mala me. Yekem car min Rêbertî wiha dît û min zanî ku ew Rêberê me ye. Di wan deman de her tişt veşartî bû û me nedikarî nasnameya wî aşkere bikin. Me di nava malê de odeyek jê re diyar kiribû, hemû karê xwe di wê odeyê de bi rêve dibir”

Dayê Hema ya xwedî çar cangoriyên Kurdistanê ye wiha dirêjî dide gotinên xwe; “Di wan deman de zarokên min hebûn, lewra Rêbertî her dem ji min re digot dayê Hema ji wê demê heyanî niha, ev nav li ser min ma û êdî her kes bi vê navî bangî min dike. Bi vê rengî min ne tenê Rêbertî nas kir di haman demê de min hevdîtin bi ramanên Rêbertî re jî pêk anî. Li ser vê bingehî ji ber baweriya min bi vê dozê û rêberê dozê hebû, min hemû zarokên xwe di ronahiya ramana Rêber APO de mezin kirin û kirin bedelê vê dozê”

Dayê Hema di têbîniyên xwe ya di derbarê teybetmendiyên Rêberê Gelê Kurd de jî wiha dibêje; “ Ji ber kesayeta Rêbertî bandor li ser me kir ji ber vê em êdî her dem diçûn serdana Rêbertî û me hevîtin pê re çêdikirin û her rojê em fêrî tiştên nû dibûn. Di encamê de tenê mirov dikare bêje ku kesayeta Rêbertî kesayeteke mezin e. Xala herî bi bandor ew e ku di kesayeta Rêbertî de cawazî xistina nava mirovan nîne û rexmî ku mirovekî weke me bû, lê dikarî bi hemû kesan re bide û bistîne û ji pirsên her kesî re bibe bersîv. Her wiha li mirovên hewirdora xwe jî baldar bû û bi qasî wê jî gelek baş ji zimanê zarokan fêm dikir. Belkî Çar kurê min şehîd bûne, lê em careke din ji hemû bedelan re amedene. Em çiqas di derbarê Rêbertî de biaxivin jî emê nikarbin teybetmendiyên Rêbertî rêz bikin, ji ber wî bi mezin bûma xwe karî mirovên din jî mezin bike."