1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş derket!
Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş derket!,kêşana,lêkeran,a,birahîm,xelîl,taş,derket

Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş derket!

A+ A-

Weşanxaneya Lîs a ku bi gelek rêzên pirtûkan ev heft sal e bi berdewamî di xizmeta ziman û wêjeya Kurdî de ye, îcar Rêza Rêzimanê da destpêkirin û pirtûka bi navê Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş wekî pirtûka pêşîn a vê rêzê weşand. Wekî yek ji hêmanên rêzimana zimên, lêker mijara sereke û girîng e. Di hevokê de, lêker bingeha hevoksaziyê ye. Peyva ku tevger û kirinê di hevokê de nîşan dide lêker e, wisa ye ku bê lêker hevok nayê sazkirin û nivîsîn. Nivîskar Birahîm Xelîl Taş, ji bo ku vê girîngiya lêkeran di Kurdî, zaravayê Kurmancî de jî dupat bike û di vî warî de tevkariyeke girîng li rêzimana Kurmancî bike, di Kêşana Lêkeran de, 74 kêşan li 5251 lêkeran sepandine. Bi vî awayî jî, li ser bingeha bi rist (regular) û bê rist (irregular) mekanîzmaya lêkerên zaravayê Kurmancî nîşan daye. Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş, di warê rêzimanê de, xizmeteke baş ji bo Kurdî, ji Weşanxaneya Lîsê.

Kêşana Lêkeran Birahîm Xelîl Taş Rêziman, 204 rûpel, Gulan 2011 Weşanxaneya Lîs, Amed