1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Lavrov: PYD nebe Cenewre-3 bi ser nakeve
Lavrov: PYD nebe Cenewre-3 bi ser nakeve,lavrov,pyd,nebe,cenewre,3,bi,ser,nakeve

Lavrov: PYD nebe Cenewre-3 bi ser nakeve

A+ A-

CÎHAN – Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got “Eger PYD beşdarî Cenevre-3 nebe, civîn bi ser nakeve. Kurd beşek pir girîng in û di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi bandor in.”

Li gorî nûçeya ajansa Sputnikê, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov encamên 2015’an ê polîtîkaya karê derve dinirxîne. Civîna çapemenî ya salane ya wezîrê Rûs zêdetirî 420 rojnamevanî dişopînin.

‘Bêyî PYD’ê Cenevre-3 bi ser nakeve’

Lavrov li ser geşedanên li Cenevreyê û girîngiya beşdariya PYD’ê wiha got: “Ji bo civîna Cenevreyê ku niha şerê li Sûriyeyê dibe bi dawî bibe, eger PYD tevlî nebe tu encam dernakeve. Ji ber Kurd beşek mezin ê gelê Sûriyeyê ne.”

‘Nebeşdariya Kurdan şaştî ye’

Di berdewamiyê de Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ev tişt anî ziman: “Dê xeletiyeke mezin be ku civîna Cenevreyê bêyî kurdan bibe. Hebûna kurdan pir girîng e. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hêzeke pir bi bandor in. Ji bo tevlîbûna wan a civîna Cenevreyê divê Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura biryarê bide.”