1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Lehengên Şoreşê
Lehengên Şoreşê,lehengên,şoreşê

Lehengên Şoreşê

A+ A-

AGIRÎ ÎBRAHÎM

DIRBÊSIYÊ – Piştî bavê wî jiyana xwe ji dest da, bû mezinê malê. Rejîmê bi darê zorê bir leşkeriyê, bi pêngava şoreşê re xwe ji hêzên rejîmê xilas kir û tevlî şoreşê bû. Li hemberî êrîşên hovane yên çeteyan di eniyên pêş ên berxwedanê de cih girt.DIR-PORTIRA-SEHID-HARUN-2

Têkoşer Siyamend Seîd Seîd (Harûn Dirbêsiyê) di sala 1992’yan de li gundê Til Kermê yê Dirbêsiyê ji dayîk dibe. Seîd di malbateke welatparêz ku ji 2 bira û 5 xwîşkan pêk tê de mezin dibe. Ji ber helwesta malbatê ya welatparêz gelek caran hêzên rêjîmê bi ser mala malbata Seîd de digirin û zextê didin ser wan. Dibistana seretayî li gund dixwîne, lê ji ber rewşa aborî ya malbatê dest ji xwendinê berdide.

Seîd Seîd ji ber ku birayê mezin e, piştî mirina bavê, berpirsyariya malê digire ser xwe û dest bi kar dike. Her wiha alikariya dayika xwe dike û ji bo xwendina xwîşk û birayên xebatê dimeşîne. Tekoşer Seîd ji zarotiya xwe de bi hezkirin û giraniya xwe tê naskirin û bi dilnizmî tevdigere. Pir ji dayîk, xwîşk û birayên xwe hez dike û ji bo pêşxistina wan hemû derfetên di destê xwe de bikar tîne. Di hemû aliyên jiyanê de destê alîkariyê dirêjî heval, xizim û derdora xwe dike.DIR-PORTIRA-SEHID-HARUN-6

Piştî demekê li navenda bajar dikana temîra tirimpêlan vedike, dayîka wî jî li gund pez xwedî dike. Lê hêzên rejîmê wî bi darê zorê dibin leşkeriyê û li Şamê leşkeriya bi zorê dike. Bi destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava re, ji leşkeriyê direve, lê ji ber ku hêzên rejîmê lê digerin, diçe Iraqê û li wir demekê karkerî kir.

Dema êrîşên li ser Rojava zêde dibin, Seîd jî dest ji karê xwe berdide û tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û navê Harûn Dirbêsiyê digire. Di sala 2012’an de careke din vedigere Rojava û tevlî berxwedana li dijî çeteyan dibe. Di vê navberê de xwîşka wî Amara Harûn jî tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Harûn Dirbêsiyê li gel xwîşka xwe û hevalên xwe bi qehremanî li dijî êrîşên çeteyan şer dimeşîne.

Demekê li bajarê Dirbêsiyê tekoşîn dide û piştre li qadên şer ên li Serêkaniyê cihê xwe digire û li wir di şerê dem dirêj ê li dijî çeteyan lehengiyê nîşan dide. Harûn di sala 2014’an de di berxwedna gundê Rawya ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dide.

Canazeyê Harûn ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê a Dirbêsiyê hate veşartin.

(dc)

ANHA


Bêjeyên Miftehî