1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Lehengên şoreşê - 66
Lehengên şoreşê - 66,lehengên,şoreşê,66

Lehengên şoreşê - 66

Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya herêma Tirbespiyê Hesen Mihemed Zekî Îbrahîm (Kemal Pîr)...

A+ A-

DÎLAN WELAT

Rêya ciwanan vekir

ANHA - TIRBESPIYÊ – Di pêvajoya şoreşê re, bû yek ji damezirînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Bi fedakarî, hezkirin û rêzdariya xwe ya li hemberî heval û malbata xwe, cihê xwe yê di dilan de girt. Her wiha pêşengiya gelek ciwanan kir ku tevlî YPG’ê bibin. TIR-PORTIRA-SEHID-HESAN-6

Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya herêma Tirbespiyê Hesen Mihemed Zekî Îbrahîm (Kemal Pîr) li gundê Xirab El-Ebid ê devera Sinciq a girêdayî Tirbespiyê di 17’ê Adara sala 1984’an de ji dayîk bûye. Têkoşer Hesen ji ber ku mamosteyê werzîşê bû, di nava hevalên xwe de wekî mamoste Hesen dihat naskirin.

Têkoşer Hesen di malbateke ku ji bav, dayîk, 5 bira û 8 xwîşkan pêk tê de mezin bûye. Dema 4 salî bû, malbata wî ji gund derdikeve û li bajarê Tirbespiyê bi cih dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Tirbespiyê bi serkeftî diqedîne. Ji ber gelekî ji werzîşê gelekî hez dike, xwendina xwe di enstûtiya werzîşê ya bajarê Hesekê de didomîne. Piştî ku estûtî bi dawî kir, li gundê Sîha yê devera Sinciq wekî mamoste hate erkdarkirin. Ji ber ku mûçeya wî têra lêçûnên malbata wî nedikir, dikaneke cil û bergahn vedike.TIR-PORTIRA-SEHID-HESAN-7

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re têkoşer Hesen beşdar nava xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tirbespiyê dibe û cihê xwe di gelek çalakiyên wê de digire. Bi avakirina hêzên YPG’ê re piştî ku êrîşên çeteyan bi ser herêmên Rojava de zêde dibin, têkoşer Hesen li gel komeke hevalên xwe wekî yek damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) cihê xwe digirin. Her wiha di beşdarbûna gelek ciwanên bajarê Tirbespiyê ya nava refên YPG’ê de roleke girîng dilîze.

Têkoşer Hesen di destpêkê de beşdarî çalakiyên rizgarkirina bajarê Tirbespiyê ji rêjîma Baasê dibe. Her wiha cihê xwe di berxwedana li dijî çeteyan a li eniya gund Hedadê, Cezaa, bajarokên Til Hemîs û Til Birak de digire.

Têkoşer û Endamê Meclîsa Leşkerî yê hêzên YPG’ê li herêma Tirbespiyê Hesen Mihemed Zekî Îbrahîm (Kemal Pîr) di 21’ê sibata 2014’an de di berxwedana li bajaroka Til Birak a li dijî çeteyên DAIŞ’ê de piştî berxwedaneke bêhempa, li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê têkoşer Hesen li gel hevalên wî Lewend, Hikmet û Berzan bi mersîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ya girêdayî Tirbespiyê hatin oxirkirin.

Birayê têkoşer Hesen ê bi navê Şefîi derbarê kesayeta birayê xwe de wiha got: “Şehîd Hesen ji zaroktiya xwe ve bi têkliyên xwe yên rêzdar û dilnizmiya xwe bi malbat derdora xwe re dihat naskirin. Cihê wî di dilê malbatê de cuda bû. Gelekî alîkariya malbatê dikir û bi taybet bi xwîşkên xwe re gelekî alîkar bû.”TIR-PORTIRA-SEHID-HESAN-1

Derbarê têkliya têkoşer Hesen bi hevalên xwe re, hevalekî wî yê bi navê Ebdilrehman Yûsif ku cihê xwe di nava refên YPG’ê de digire wiha got: “Şehîd Hesen di nava hemû şervanan de bi exlaqên xwe û girêdana bi rihê hevaltiyê ve dihat nasîn. Dema pevçûnên me li dijî çeteyan dijwar dibû, şehîd Hesen her tim li eniyên pêş bû û hevalên xwe diparastin.”

Ciwanê bi navê Heval Xelef ku hevalê têkoşer Hesen ê zaroktiyê ye, diyar kir ku girêdana wî bi axa welat û doza gelê Kurd re gelekî xurt bû û wiha destnîşan kir: “Şehîd Hesen ji ber ku mamosteyê werzîşê bû karê xwe di nava refên YPG’ê de jî dikir û hemû şervanên YPG’ê bi werzîşê û girîgiya wê ji bo laşê mirovan perwerde dikirin.”

(jh)

ANHA


Bêjeyên Miftehî