1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Lehengên şoreşê -67-
Lehengên şoreşê -67-,lehengên,şoreşê,67

Lehengên şoreşê -67-

Di serhildanê de li hemberî hêzên rejîmê bi biryariyek mezin nerazîbûna xwe anî ziman

A+ A-

Serhildêrê 12’ê Adarê

DÊRIK – Dema hêzên rejîma Baas û nîjadperestan di 12’ê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo êrîşî gel kir û li hemberî wan pêla serhildanê belav bû, wî jî din ava serhildanê de cihê xwe girt. Di serhildanê de li hemberî hêzên rejîmê bi biryariyek mezin nerazîbûna xwe anî ziman.

Têkoşer Hisên Nûrî Ehmed di sala 1989’an de li bajarê Dêrikê ji dayîk bû. Di malbateke welatparêz de ku ji bav, dayîk, 5 bira û 5 xwîşkan pêk tê de mezin bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Dêrikê bi serkeftî diqedîne. Têkoşer Ehmed ji xwendinê gelekî hez dike û di nava hevalên xwe de bi rûkenî û dilnizmiya xwe tê nasîn.DRK-PORTIRA-SEHID-HUSIN-4

Têkoşer Hisên hîn di zarokatiyê de xwe di nava têkoşînê û êrîşên hovane yên rejîmê de dibîne. Di 12’ê Adara 2004’an de di navbera tîmên fotbolê yên Cîhad a bajarê Qamişlo û Fitowê ya bajarê Dêra Zorê de li bajarê Qamişlo lîstika futbolê hate lidarxistin. Lê hêzên rêjîma Baasê ji bo ku di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyê derbixin, bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de komployek vehûnand. Di vê çarçoveyê de di dema lîstika futbolê re êrîşî kurdan hate kirin. Hêzên rejîmê bi awayekî hovane êrîşî welatiyên sivîl kirin û di encamê de bi dehan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Li hemberî vê yekê gelê Kurd jî li tevahiya herêmê rabû ser piyan. Li bajarê Dêrikê jî di 13’ê Adarê de ciwanên bajêr xwepêşandanek ji bo şermezarkirina kiryarên rêjîma Baasê organîze kirin û welatiyên bajêr bi awayekî girseyî derketin kolanan. Di nava çalakiyê de têkoşer Ehmed jî cihê xwe digire.DRK-PORTIRA-SEHID-HUSIN-2

Dema ku girse gihîşt pêşiya Navenda Ewelekariya Dewletê ya rêjîma Baasê leşkerên rêjîmê bi guleyan êrîşî welatiyan kirin. Di encamê de gelek ciwan birîndar bûn. Têkoşer Ehmed jî yek ji birîndarên ku rewşa wan dijwar bû û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo, lê ji ber dijwarbûna birîna wî, di 14’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê têkoşer Ehmed li Dêrikê ji aliyê hezaran welatiyên bajêr ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê têkoşer Ehmed û têkoşer Welîd Bedir Şahîn ku di heman xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmeke bi heybet li goristana bajêr spartin axê.

Ji bo dilsoziya bi rihê herdu têkoşer Ehmed û Şahîn her wiha hemû şehîdên 12’ê Adarê re, çerxeriya sereke ya bajarê Dêrikê bi navê şehîdên 12’ê Adarê hate binavkirin.DRK-PORTIRA-SEHID-HUSIN-3

Derbarê kesayeta têkoşer Ehmed de xwîşka wî ya bi navê Nêrgiz Nûrî axivî û wiha got: “Şehîd Hisên her tim di malê û cihê ku li wir bû de kêfxweşî belav dikir. Ji aliyê derdora xwe ve gelekî dihat hezkirin û bi malbata xwe ve gelekî girêdayî bû. Rûkenî û rihê hevaltiyê li ba şehîd Hisên hişt ku gelek ciwan nêzî wî bibin.”

Her wiha dayîka têkoşer Ehmed jî derbarê kesayeta wî de got ku hevalên wî gelekî bi wî ve hatibû girêdanDRK-PORTIRA-SEHID-HUSIN-1 û wiha destnîşan kir: “Tevî ku bêtirî 10 sal di ser şehadeta wî re derbas bûne, heta niha hevalên wî diyariyên dayîkan ji min re tînin. Şehîd Hisên aşiqê cejna Newrozê bû, salane pilansaziya çalakiyên Newrozê beriya çend rojan dikir. Lê beriya Newrozê şehîd ket.”

Malbata têkoşer Ehmed her wiha gotin ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soza şopandina riya şehîdan dan.

(jh)

ANHA


Bêjeyên Miftehî