1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Lehengên Şoreşê 79
Lehengên Şoreşê 79,lehengên,şoreşê,79

Lehengên Şoreşê 79

“Pêdiviya şoreşê bi me heye, divê em bi şehîdan re dilsoz bin.”

A+ A-

ROJBÎN ŞAKIR – SÎPAN SILO

Dilsoza azadiya jinê

TIRBESPIYÊ – Ji zaroktiya xwe heta gihşîte şehadetêTIR-PORTIRA-SEHID-JIYAN-1 mînaka fedekarî û dilsoziyê bû û di got: “Pêdiviya şoreşê bi me heye, divê em bi şehîdan re dilsoz bin.” Li ser riya azadiya jinan ji destpêka şoreşa Rojava ve beşdarî çalakiyan û tevlî refên YPJ’ê bû.

Têkoşer Ahîn Mihemed Şerîf (Jiyan Amara) di sala 1988’an de li gundê Girbikêl yê girêdayî devera Aliyan a Tirbespiyê ji dayîk bûye û di malbateke welatparêz û li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe.

Têkoşer Jiyan di malbatê de keça duyemîn ya sê bira û du xwîşkan e. malbata wê di sala 2003’an de ji gundê xwe derdikevin û li bajarê Qamişlo bi cih dibe. di sala 2004’an de ji ber rewşa dijwar a aborî koçberî bajarê Şamê dibin û li wir dixebitin.

Têkoşer Jiyan dibistana xwe ya seretayî li gund bi dawî dike. Lê ji ber rewşa aborî ya malbatê û koçberiya wê, her wiha guhertina heval û mamosteyên wê,TIR-PORTIRA-SEHID-JIYAN-8neçar dibe dest ji xwendina xwe berde.

Têkoşer Jiyan li gel bav û xwîşka xwe di kargehên dirûtinê de dixebitin û alîkariya birayên xwe ji bo xwendina xwe temam bikin dikin. her wiha maleke xwe jî li Şamê dikirin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di sala 2011’an de û piştî ku şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de dijwar dibin, têkoşer Jiyan li gel malbata xwe vedigerin warê xwe û li gundê xwe bi cih dibin. Piştî ku şoreşa Rojava destpêkir, têkoşer Jiyan beşdarî gelek çalakiyan dibe û di sala 2013’an de beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Di 27’ê tîrmeha 2014’an de di berxwedana li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li gundê Mezlûma yê başûrê bajarê Tirbespiyê piştî berxwedaneke leheng li gel Fermandara xwe Roşîn Cûdî û hevalên xwe Lewend, Hikmet, Berzan û Zîlan di pevçûnên li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan.TIR-PORTIRA-SEHID-JIYAN-4

Dayîka têkoşer Jiyan, Miyase Emro derbarê kesayeta keça xwe de ji zaroktiya xwe ve bi welatparêziya xwe dihat nasîn û pêre heta roja şehadeta wê mezin bû û wiha got: “Gelek çîrokên wê hene ku welatparêziya wê nîşan didin. Herî dawî ji min xwest ku ez kirasekî bi alên kurdî bidirûm, ji bo ku li ser sînorê Tirkiyeyê destên xwe ji leşkerên tirkan re bilind bike û nîşana serkeftina Rojava ji wan re diyar bike.”

Dayîkê axaftina xwe wiha domand: “Şehîd Jiyan ji zaroktiya xwe heta şehadeta wê mînaka fedekariyê û têkoşîna li ser riya azadî û jiyana biTIR-PORTIRA-SEHID-JIYAN-9rûmet bû û her tim digot, ‘pêdiviya şoreşê bi her kesî heye. Heta me bi ser bikevin, divê em dilsozê xwîna şehîdan bin.’ Li ser vê yekê beşdarbûna nava refên YPJ’ê wekî erkekê ji xwe re dît û beşdarî nava xebatên berxwedanê bû.” dayîk her wiha diyar kir ku ew bi beşdarbûna keça xwe ya nava YPJ’ê gelekî kêfxweş bû û pê serbilind bû.

Têkoşer Jiyan piştî ku beşdarî nava refên YPJ’ê dibe, li devera Koçeran a Dêrikê derbasî perwerdeyên leşkerî û siyasî dibe. Piştre jî derbasî perwerdeyekê di Akademiya Şehîd Nejbîr a hêzên YPJ’ê ya li bajarê Tirbespiyê dibe. Her wiha cihê xwe li ser bendên kontrolê yên YPJ’ê digire.

Her wiha xwîşka têkoşer Jiyan, Dilvîn Hesen derbarê kesayeta xwîşka xwe de axivî û diyar kir ku ew di heman TIR-PORTIRA-SEHID-JIYAN-2demê de hevala wê bû û wiha got: “Şehîd Jiyan di nava malbatê de cîwaz bû. bi berpirsyar nêzî malbatê dibû. Di zaroktiya xwe de jî gelekî çalak bû û cihê wê di dilê hemû endamên malbatê de cuda bû. Tu carî ji rastiyê ne ditirsiya û bi lehengî li dijî çeteyan li ber xwe da.”

Piştî ku têkoşer Jiyan û hevalên wê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan jî ketin destên çeteyan û piştî 47 rojan çeteyan cenazeyên têkoşeran vegerandin. Cenazeya têkoşer jiyan li gel cenazeyên hevalên wê bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê girêdayî Tirbespiyê ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin.

Malbatê di dawiya axaftinên xwe de diyar kirin ku ew bi şehadeta keça xwe gelekî serbilind in û dê heta bi destxistina azadiyê tiya wê û hevalên wê bişopînin.

(jh)

ANHA


Bêjeyên Miftehî