1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. “Lerizînên Tenêtiyê”
“Lerizînên Tenêtiyê”,lerizînên,tenêtiyê

“Lerizînên Tenêtiyê”

A+ A-

Romanûsa jin Çidem Baran romana xwe ya duyem ya bi navê “Lerizînên Tenêtiyê”nivîsî. Romanûsa bîst û pênc salî Çidem Baran romana xwe ya duyem bi şêwazeke taybet hûnaye û pêşber xwendekarê kurdî kiriye. Pirraniya romanê wek nameyan hatiye nivîsîn û roman di sala 2024’an de diqede. Edîtoriya romanê ji aliyê helbestvana hêja Fatma Savci ve hatiye kirin. Di romanê de meriv dadikeve bîra zimanê romanûsê û di wê bîrê de pêrgî monologên tenêtiyê û diyalogên bêbersiv dibe. Lerizînên Tenêtiyê bi destê meriv digire û meriv dibe bi hest, dil û giyanê jineke kurd dide nasîn. Di xwendina romanê de meriv ne tenê tevna çîrokê an bûyeran dixwîne, di heman demê de meriv dilê keçeke kurd jî dinase. Weşanxaneya Ronahî di vê sibatê de pêngaveke bi navê “Heya Newrozê her hefte pirtûkek”dabû ber xwe û bi vê boneyê pirtûka xwe ya heştemîn ya bi navê “Lerizînên Tenêtiyê” weşand.


Bêjeyên Miftehî