1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Leyla Bîrlîk: Ew bi birîndarî qetil kirin
Leyla Bîrlîk: Ew bi birîndarî qetil kirin,leyla,bîrlîk,ew,bi,birîndarî,qetil,kirin

Leyla Bîrlîk: Ew bi birîndarî qetil kirin

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a li nexweşxaneyê siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin teşhîs kir got, "Rûyê Sêvê parçe bûbû. Min ew ji destên wê nas kir. Bi birîndarî ew înfaz kirin."

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a li nexweşxaneyê siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin teşhîs kir got, "Rûyê Sêvê parçe bûbû. Min ew ji destên wê nas kir. Ji sedî sed bi birîndarî ew înfaz kirin. Ez heta dawiyê li pişt vê îdîaya xwe me."

'MIN HOVÎTIYEKE BI VÎ RENGÎ NEDÎT'

Bîrlîk bi gotina "em di pêvajoyeke gelekî zehmet re derbas dibin" dest bi axaftina xwe kir û got, "Di salên 1990'î de ez biçûk bûm, qalê dikirin. Bi xeyalî hin bîranîn tên bîra min. Lê niha em bi xwe dijîn, çavên min bi xwe dibînin. Li hemberî gelê me wehşeke mezin tê kirin. Ev 7 meh in ez parlamenterim û tevahiya dema min li morgê yan jî li nexweşxaneyê derbas dibe."

Bîrlîk da xuyakirin ku bi rojane gule li taxan tên reşandin, mirov tên qetilkirin, yên tên girtin li cihên weke kampên komkirinê tên bicihkirin, agahî ji mirovan nayê girtin û der barê qetilkirina 3 jinên şoreşger de got, "Min li morgê Sêvê teşhîs kir. Min hovîtiyeke bi vî rengî nedîtiye. Her sê hevalên me yên jin birîndar bûn û bi birîndarî ew înfaz kirin. Ji ber ku jin bûn, ji ber ku Kurd bûn, ji ber ku xebatkarên partiya me bûn hatin qetilkirin.

'MIN JI DESTÊ WÊ SÊVÊ NAS KIR'

Êvara Duşemê saet di 19:30 de telefonek ji Hevseroka DBP'ê ya Silopiyayê Gulşen Ozden re tê. Kesê ku lê digere dibêje ew birîndar bûne û ambûlansê dixwaze. Dibêje 4-5 kes birîndar in. Di nav de hevala Sêvê jî heye'. Piştre min saet di 21:00 de telefon vekir. Hevala Gulşen geriya. Got ku Sêvê birîndar e. Ez li Cîgira Hevserokên koma me Çaglar Demîrel û hevalên me Ferhat Encu û Aycan Îrmez geriyam. Bi wan re axivîm, me ambûlans xwest. Bi texmînî me cihê lê ne vegot. Ambûlans bi şev saet di 01:00 de hat cihê bûyerê. Ji sedî sed hevalên me birîndar bûn. Kesê egriya jî got, birîndar in. Eger ew derba li serê Sêvê ket, ewilî lê ketibûya, wê kesê telefon vekir negota birîndar e, bigota miriye. Ev yek dişibe bûyera Haci Bîrlîk. Haci Bîrlîk dema birîndar bû ew girtin û înfaz kirin. Dûre dîmenên vê derketin holê. Hovîtiya li vê derê diqewime bi gotinan nayê vegotin. Dema ez çûm morgê, ya ku min dît wehşet bû. Serê Sêvê tinebû. Du ji sê parên rûyê wê tinebû. Paş serê wê tinebû. Ew porên wê yên bedew tinebûn. Min ji destê wê Sêvê nas kir. Ez careke din dibêjim, hevala me dema birîndar bû hat girtin û hat înfazkirin."