1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Leyla Zana ji bo namzetiya serbixwe serlêdan kir
Leyla Zana ji bo namzetiya serbixwe serlêdan kir,leyla,zana,ji,bo,namzetiya,serbixwe,serlêdan,kir

Leyla Zana ji bo namzetiya serbixwe serlêdan kir

A+ A-

AMED (DÎHA) - Parlamentera DEP'ê ya berê Leyla Zana ji bo namzetiya serbixwe serî li Komîsyona Piştgiriyê ya Namzetiya Serbixwe ya BDP'ê da. Zana di forma xwe ya serlêdanê de cih li kijan bajar bibe namzet nivîsa "Taxdîr a partiya min û gelê min e" nivîsand.

Parlamentera DEP'ê ya berê Leyla Zana ji bo di hilbijartina 12'ê hezîranê de bibe parlamenter û ji bo namzetiyê serî li Komîsyona Piştgiriyê ya Namzetiya Serbixwe ya BDP'ê da. Zana forma xwe ya serlêdanê bir teslîmî Rêxstina BDP'ê ya Amedê kir. Zana di forma xwe ya serlêdanê de cih ku li ku derê bibe namzet nivîsa "Taxdîr a partiya min û gelê me ye" nivîsand. Hate zanîn ku Zana dê li bajarekî kotaya jinê wekî namzet bê nîşandan.

Jiyaneke bi têkoşînê tijî

Leyla Zana yekemîn di sala 1991'an de di hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê de di lîsteya SHP'ê li Amedê bû wekîl. Zana li Amedê ji 70 hezarî zêdetir deng girtin û di nav siyasetmedarên kurd de profîlekî bi wêrekî nîşan da. Zana di dema sond xwarinê de li meclîsê bi kurdî sond xwar û ev yek di siyaseta kurd de bû mîlad. Zana û hevalê wê ji SHP'ê îstafa kirin û DEP avakirin. Ji ber der heqê wê de gelek fezleke hatin dayîn û wekî hevalên wê yên din mafê wan ê destnedayînê hatin rakirin û di 2'yê Adara 1994'an de hatin binçakirin û pişt re jî hatin girtin. Zana û hevalên wê bi hinceta "rêveberiya rêxistinê kirin" rastî cezayên giran ên girtîgehê hatin û pişt 10 salan di girtîgehê da man di sala 2004'an de serbest hatin berdan. Zana dema ku di girtîgehê da Xelata Azadiya Raman a Sakharovê girt.

Piştî 17 salan riya Meclîsê vebû

Zana piştî ji girtîgehê derket bû ji ber qedexeya siyasetê heta niha serlêdana namzetiyê nekiribû. Heke serlêdana Zana bê qebûlkirin piştî 17 salan dê riya wê ya ji bo Meclîsê carek din bê vekirin.

(ft/sa)