1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Leşker li xeta sînor koçberiyê ferz dike
Leşker li xeta sînor koçberiyê ferz dike,leşker,li,xeta,sînor,koçberiyê,ferz,dike

Leşker li xeta sînor koçberiyê ferz dike

A+ A-

SELMAN KELEŞ

WAN (DÎHA) - Welatiyên ku li taxên sînor ên li navçeyên Qelqelî û Serayê dijîn û ji ber ku tekana çavkaniya wan a debarê bazirganiya sînor ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin dest bi sewalkariyê kirin niha jî sewalên wan li mêrg û zeviyan tên kuştin. Welatiyan diyar kirin ku leşker ji bo ew ji axa xwe derkevin ji ji destên wan tên dikin.

Polîtîkaya bêmirovkirina Kurdistanê piştî ku AKP'ê di 24'ê tîrmehê de şer da destpêkirin vir ve zêdetir bû. Welatiyên ku li taxên xeta sinor ê navçeyên Qelqelî û Serayê yên Wanê dijîn û tekane çavakaniya wan a debarê bazirganiya sînor e piştî ku li xeta sînor qereqol û kalekol hatin çêkirin êdî ji holê rabû. Welatiyên ku ji ber vê yekê di nava qereqol û tevgera leşkerî de berê xwe dan sewalkariyê. Welatiyên ku sewalkariyê dikin jî sewalên wan ji aliyê leşkerên ku zevî û mêrgên wan dagir kirine ve tê kuştin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber kalekol û qereqolên hatine çêkirin ciheke ku sewalan xwedî bikin jî nemaye û bi kuştina sewalan ve tê xwestin ku ji herêmê koç bikin.

Mêrg hatine dagirkirin

Welatiyê bi navê Abdî Kiliçarslan ê li taxa Axrukê ya Qelqeliyê dijî diyar kir ku leşkerên ku mêrgên wan dagir kirine heta niha bi hezaran sewalên wan kuştine. Kiliçarslan ê gotina "Li her derê kalekol çêkirin û gule berdinin hemû zindiyên ku nêzî sîron dibin" bi kar anî anî ziman ku li herême ji bilî bazirganiya sînor tu çavkaniya wan a debarê tuneye. Kiliçarslan da zanîn ku ji ber ku ditirsin bên kuştin dev ji bazirganiya sînor berdane, sewalkarî jî piştî ku kalekol û qereqol hatin çêkirin, îlankirina "herêmên qedexe" nikare bê kirin û ev tişt got: "Leşkerên ku sewalan dibînin gule berdidin û kêfî dikujin. Çandinî jî nikare bê kirin. Dema ku em diçin bajarên din jî ji ber ku kurd in kar nadin me an jî rastî heqeretê tên."

'Em ê axa xwe neterikînin'

Welatiyê bi navê Mustafa Demîr ê li heman taxê dijî jî got ku heta beriya 5 salan wê jî bazirganiya sînor dikir û niha ji bo debara xwe dest bi sewalkariyê kirine lê leşker dixwazin bi wan bidin terikandin. Demîr ê gotina "Leşker ji bo ku em vî axê biterikînin çi ji destên wan tên dikin" bi kar anî ev tişt got: "Qaçaxgeriya me ji bo bîdonek mazot bû, ji bo ku em bikaribin nan bibin mala xwe bû. Em ji bo tiryakê nediçûn. Leşkeran jî ev tişt baş dizanibûn." Demîr diyar kir ku ji ber ku tirsiyane Roboskiyeke din biqewime dev ji bazirganiya sînor berdane û hin malbat bi birçîbûne re rû bi rû mane. Demîr destnîşan kir ew di ferqê de ne ku tê xwestin wan ji herêmê derxînin û herî dawî wiha got: "Em e axa xwe neterikînin. Çi dikin bila bikin em ê nekerikînin."

(sa)