Leşkereki din bi şik mir
Leşkerê bi navê Mazlum Karabulut ê eslê xwe ji navçeya Bîsmîla Amedê ku li Çerkezkoyê leşkerî dikir kuştî hate dîtin. Malbata Karabulut diyar kir ku kurê wan întihar nekeriye û kurê wan hatiye kuştin. Cenazeyê Karabulut dê li Bîsmîlê bê definkirin.
Leşkerê bi navê Mazlum Karabulut ê ji Bîsmîla Amedê ku li Çerkezkoy ya Edîrneyê leşkerî dikir, kuştî hate dîtin. Rayedarên leşkeriyê li malbatê geriyan û îdîa kirin ku kurê wan întîhar kiriye. Rayedaran, anî ziman ku dema nobet digirt bi hevalê xwe yê nobetê re niqaş kiriye û di niqaşê de Karabulut hêrs bûyeû gule berdaye xwe. Bavê Karabulut Şirin Karabulut bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku gule berdane çênîka wî û bûyer ne întîhar e cînayet e. Şîrin Karabulut, destnîşan kir ku kurê wî întîhar nekriye, hatiye kuştin.
Cenazeyê Karabulut dê îro bînin Amedê û li navçeya Bîsmîla Amedê bê definkirin.
(mae)
