1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Aaraûyê 'Rojên Filmên Kurdan'
Li Aaraûyê 'Rojên Filmên Kurdan',li,aaraûyê,rojên,filmên,kurdan

Li Aaraûyê 'Rojên Filmên Kurdan'

A+ A-

Îroj “Rojên Filmên Kurdan” a ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurdan Aarau vet ê organîzekirin, li Swîsreyê dest pê dike. Wê di Rojên Filman de filmên Kurdan ên weke “Min Dît”, “Azadiya Winda” û gelek filmên din bên nîşandan.

Yekemîn Rojên Filmên Kurdan a ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurdan a Aaraû û Meclîsa Gel a Kurdan ve tê organîzekirin îro dest pê dike.

Wê di rojên filman ku wê heta 26’ê Pûşperê bidome de filmê Azadiya Winda yê Derhêner Ûmûr Hozatli ku rastiya JÎTEM’ê ya li Kurdistanê vedibêje, filma Min Dît a Derhêner Mîraz Bêzar ku çîroka zarokên Amedê vedibêje, her wiha belgefilma “Jiyana Ahmet Kaya ya li Sirgûnê” ku Hayrî Argav derhêneriya wê dike, û belgefilmên “Evdalê Zeynikê”, “Berf” û filma “Kûsî jî Difirin” wê bên nîşandan.

ANF NEWS AGENCY