1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Amedê dewranek qediya
Li Amedê dewranek qediya,li,amedê,dewranek,qediya

Li Amedê dewranek qediya

Xebatên ziman, çand, huner, şano, sînema û wêjeyê di sala 1999'an de, bi standina şaredariyan re li Amed û tevhiha Bakur gûr bûbûn.

A+ A-

Heta wê demê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jî di nav de, tu sazî nikaribûn bi hêsanî bixebitiyana. Heta Komeleya Mafê Mirovan (IHD) jî êdî li derek bajaran hatibû girtin. Lê di sala 1999'an de Kurdan di hilbijartinê de serkeftinek bi dest xist û piraniya şaredariyên herêmê standin.

Pêşî konserên ku hunermendên Kurd beşdar dibûn bûn nîşana dewrana nû. Dûre Festîvalên Çand û Hunerê. Konferansên Zimanê Kurdî (2003, 2004, 2005) û dûre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi serkeftina xwe ya di beşa şanoyê de ala zimanê Kurdî bilind kir.

Û nûçeya ku do ajansên Kurdî belav kir, nîşana dawîlêanîna wê dewranê bixwe ye. Piştî ku şaredarî hemû bê hilbijartin ji destê Kurdan hatin derxistin, dam û dezgeyên ku wan şaredariyan ji bo çand, huner, wêjeyê vekiribûn jî tên girtin.

Qeyûmê dewleta Tirk ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, peymanên lîstikvanên Şanoya Bajêr betal kir.

Peymanên lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku şanoya bi Kurdî dikin, nehat nûkirin. Peymanên 31 ji lîstikvanên şano hatin betalkirin û ji kar hatin derxistin. Di nava van 31 kesan de hevderhênerên hunerê û lîstikvanên ku 25 sal in şanogeriyê dikin jî hene. Betalkirina peymanên lîstikvanan, weke ku şaredarî wê nema karê şanoyê bimeşîne, tê dîtin.

An jî êdî dewlet dê bi xebatkarên "nû", lîstikên "nû" bide lîstin, wekî TRT Kurdî.


Bêjeyên Miftehî