1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Amedê Du Projeyên Mînak
Li Amedê Du Projeyên Mînak,li,amedê,du,projeyên,mînak

Li Amedê Du Projeyên Mînak

Li Amedê 2 projeyên minak dikevin jiyanê. Li aliyekî projeya "Kolana Çandan" a ku ji aliyê Sûrê ve hatiye amadekerin û wekî xwerexnedana gelê kurd a ji bo gelê neteweyên din ên Tirkiyeyê tê zanîn di pêşengiya Şaredariya Sûrê de tê destpêkirin. Li aliyê din jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo welatiyên elewî projeya Cemxaneyê amade kir.

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Amedê 2 projeyên minak dikevin jiyanê. Li aliyekî projeya "Kolana Çandan" a ku ji aliyê Sûrê ve hatiye amadekerin û wekî xwerexnedana gelê kurd a ji bo gelê neteweyên din ên Tirkiyeyê tê zanîn di pêşengiya Şaredariya Sûrê de tê destpêkirin. Li aliyê din jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo welatiyên elewî projeya Cemxaneyê amade kir.

Li bajarê Amedê ku civakên ermenî, suryanî, yezidî, elewî û cuhî di nava hevde dijîn 2 pojeyên mînak hatin amadekirin. Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê her tim bawerî, civak û neteweyên cuda tên înkarkirin û dûrxistin, li Amedê bi 2 projeyên mînak li dijî vê polîtîkayên înkar û îmhayê hatin amadekirin. Li Amedê bi van projeyan gelê kurd li dijî netew û civakên din xwerexnedayîna xwe dide û ji bo Tirkiyeyê gavek nû tê avêtin. Di 96'emîn salvegera qirkirina gelê ermenî de Şaredariya Sûrê bi armanc û feraseta ku gelek çandan bi hevre bide jiyandin û ermeniyên rastî komkujiyê hatine bibîr bîne dest bi projeya "Kolana Çandan" dike. Şaredariya Sûrê, bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos ku dêra Rojhilata Navîn a herî mezin e ji nûve restore dike û dê têxe xizmeta îbadeta olan. Dîsa di "Kolana Çandan" de mînareya 4 ling (pî) ya ku 4 mezhebên ola îslamê temsîl dike, Dêra Katolîk a Keldanî, Dêra Katolîk a Ermenî, Hawraya Cuhîyan, Mala Çandê ya Elewiyan û Mala Çandê ya Yezîdiyan dê bê restorekirin.

'Em dê paşeroj û pêşerojê bikin yek'

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş anî ziman ku projeyê li Deriyê nû û Kolana Gazî di 2006'an de dest pê kiriye û wiha got: "Em dixwazin paşerojê bi îro ve girêbidin û pêşerojê bi dest bixin. Ji bo projeyê gelek sazî û dezgehan piştgiri dan me. Vakfa Suryaniyan a Amedê, Vakfa Ermeniyan a Amedê, Vakfa Keldaniyan, saziyên olî yên Amedê, Midûriyeta Herêmê ya Vakifan, Zanîngeha Dîcleyê, Odeya Esnaf û Sinhetkaran, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê û Midûriyeta Çandê piştgiriyê didin vê projeya me. Her wiha gelek sazî û dezgehên din piştgiriyê didin projeya me. "

'Proje ya Aştiya Civakî ye'

Demîrbaş, anî ziman ku ew dixwazin li gorî daxwazên gelê amedê hemû çand, bawerî û nasnameyan di nava hevde bi hevre bidin jiyandin û biparêzin. Demîrbaş, da zanin ku ew dixwazin ku nirxên wan ên di dîrokê de hatiye windakirin ji nuve bi dest bixin û biparêsin. Demirbaş, daxuyand ku dewletê bi salan gelek nirx û çanda wan winda kiriye û bi vê pirojeyê dixwazin dîsa li vê çand û rengîniya xwe xwedî derkevin. Demîrbaş, derbirî ku ev proje dê xizmete ji aştiya civake re bike. Demîrkaş, bibîrxist ku ger ku hemû ziman, çand û nasname bi hevre bijîn wê demê dê aştî pêk bê û wiha got: "Armanca me aştiya civakî ye. Em dixwazin hemû reng û çandan di nava hevde bidin jiyandin."

Demirbaş, derbiri ku 96'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan e û bi vê munasebetê dixwazin ermeniyan jî bibîr bînin.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî projeya Cemxaneyê

Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî, projeya Cemxaneyê amade kir. Şaredariya Bajarê mezin jî bi baweriya ku aştiya civakî bi aştiya bawerî, çand û nasnameyan pêk bê, ji bo elewiyan projeya Cemxaneyê amade kir. Projeya Cemxaneyê û Navenda Çandê bi îhaleyê dest pê kir. Li bendê ye ku telemê Cemxanê û Navenda Çandê îsal ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenê ve bê avêtin. Projeya ku Komeleya Pîr Sultan Abdal  jî piştgiriyê dide, dê li pişt Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ li ser 940 mîtrokareyan bê avakirin. Avahiya Cemxaneyê dê ji 3 qatan pêk bê. Avahî dê ji beşên şînê, salona lokma, cihê qurbanê, kîller, cihê şuştina cenazeyan, morg, salona konferansê, kafeterya, etut, odeyên îdareyê, mevanxane û salona cemê pêk bê.

Li Amedê Cemxaneya yekem e

Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cafer Koluman, anî ziman ku ev proje ji bo welatiyên elewî yên li Amedê dijî gelek girîn e û li Amedê Cemxaneya yekem e. Koluman, da zanin ku ev proje ji sala 2007'an de hate amadekrin û li ser daxwaza welatiyên elewî dê têkeve jiyanê. Koluman, anî ziman ku ji ber maliyetê wan nikaribû bi serê xwe çêkira û wiha got: "Me ev projeya xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Ev proje hate qebûlkirin û dê di hefteya ekem a Hezîranê de bingehê wê bê avêtin.

Amed dê bi van herdu projeyan, li Tirkiyeyê bibe mînak û gavek yekem bavêje.

ŞÎLAN OZHAN
(mae)


Bêjeyên Miftehî