1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê jiyan ji bo Sûrê rawestiya!
Li Amedê jiyan ji bo Sûrê rawestiya!,li,amedê,jiyan,ji,bo,sûrê,rawestiya

Li Amedê jiyan ji bo Sûrê rawestiya!

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li hemberî êrîşê tunekirinê û rewşa awarte ya li bajarên Kurdistanê Amedî îro derabe venekirin, kontak girtin û neçûn dibistanan. Gelê Amedê dê saet di 12.00'an de ji ber bi Şaredariya Mezin a Amedê ber bi Sûrê ve bimeşe.

Li hemberî rewşa awarte ya li navçeya Sûrê ku ev 28 roj in berdewam dike û operasyonên tunekirinê yên li bajarên Kurdistanê, Amedî îro li bajêr jiyan tevizand. Gelê Amedê ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê îro jî derabe venekir, kontak girt û neçû dibistanan. Tenê ne li navenda bajêr, her wiha li Licê, Erxenî û Farqînê jî esnaf dikan venekir.

Her wiha dê gelê Amedê saet di 12.00'an de ji ber bi Şaredariya Mezin a Amedê ber bi Sûrê ve bimeşe.

(sy)