1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê konferansa Qazî Muhammed
Li Amedê konferansa Qazî Muhammed,li,amedê,konferansa,qazî,muhammed

Li Amedê konferansa Qazî Muhammed

A+ A-

Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê bang li welatiyan kir ku beşdarî konferansa der barê Sazkarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed de bê sazkirin bibin.

Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê der barê Sazkarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed de konferansekê pêk tîne. Konferans dê roja şemiyê saet 10.00'an de li Salona Dawetê ya Kaplan pêk bê û komê bang li welatiyan kir ku beşdarê konferansê bibin. Serokê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê Muhîttîn Batmanli da zanîn ku berê jî der barê Şêx Saîd û Saîdê Kurdî de konferans pêk anîne û wiha axivî: "Em ê vê carê jî Qazî Muhammed bi welatiyan bidin nasîn. Gelek partiyên siyasî dê bibin mêvanên me. Ji Herema Fedaral a Kurdistanê, Suriyeyê û Îranê ji dê mevanên me bên." Batmanlî bang li welatiyan kir ku beşdarî konferansê bibin. DÎHA (mç/sa)