1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê Konferansa Ziman
Li Amedê Konferansa Ziman,li,amedê,konferansa,ziman

Li Amedê Konferansa Ziman

A+ A-

AMED - KURDÎ-DER, ji bo di nava zimanê kurdî de yekîtiyê ava bike û pirsgirêkên zimanê kurdî çareser bike, xwe ji bo konferansa Zimanê Netewa Kurd ku li Amedê pêk bîne amade dike. Dê zêdeyî 200 kesî beşdar bibin. Kesên ku beşdar dibin, dê di konferansê de niqaşan bikin. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, anî ziman ku armanca wan avakirina yekîtiya siyaseta zimên û çareserkirina pirsgirekên zimên e.

Li Amedê ji bo yekîtiya zimanê kurdî û rêlibergirtina polîtîkayên pişaftinê, konferanseke netewyî tê lidarxistin. Konferans di rojên 2, 3 û 4'ê adarê de dê pêk bê. Hate ragihandin ku civîna konferansê dê li Salona Konferansê ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn pêk bê. Konferans dê di pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê de pêk bê. Bi rêveber û nûnerên Enstîtuya Kurdî re, Komîsyona Ziman a KCD'ê, Komeleya Nivîskarên Kurd û gelek zimanzan û pisporên zimên dê beşdarî konferansê bibin. Beşdar ji Başûr, Başûrê Rojava, Bakur, Rojhilat û diyasporayê dê bên Amedê. Li gor daxwiyaniya çapemeniyê dê ji 200 kesî pirtir kes amade bibin. Dîsa gelek zimanzanên ne kurd ên li ser zimên lêkolîn kirine jî dê beşdar bibin.

Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, anî ziman ku armanca wan avakirina yekîtiya siyaseta zimên û çareserkirina pirsgirekên zimênn e. Zorooglu, da zanîn ku ew dixwazin yekîtiya zimanê neteweyi ava bikin û wiha got: "Ev 4 meh in KURDÎ DER, KCD, Enstîtuya Kurdî, TZP-Kurdî Komeleya Nivîskarên Kurd li ser vê konferansê xebatê dikin. Em dixwazin rêxistinbûna zimên ava bikin û yekîtiya zimênn pêşve bixin. Dê zêdeyî 200 kesî beşdarî konferansê bibin. Kurd di cîhanê de yekem car Konferansa Neteweyî ya Kurdî pêk tînin. Konferasek dîrokî û pir bi wate ye."

Di daxwiyaniyê de hate ragihandin ku bi vê konferansê armac dikin ji bo pêşeroja zimên alternatîfekê ava bikin. Her wisa li ser yekîtî û hevpariya zimên lihevhatinek tê armanckirin. Armanc e ku hemû alî hev fam bikin û astengiyên li pêşiya zimên ji holê rakin. Hate ragihandin ku ji ber kurd li ser çar perçeyan dijîn, têkiliyên civakî û zimên ji hev qut bûne. Ziman û alfebeya wan ketiye bin bandora welatên ku lê dijîn. Ji ber perçebûna axa kurdan zimanê kurdan û alfebeya kurdi jî parçe bûye."

Hate îdiakirin ku ev konferans dê bi yekîtiya alfebeyê bingeha bikaranîna hevbeş a zimên ava bike. Di konferansê de dê biryarên girîng bistînin.

Ji zimanzan û akademîsyenên zimên çend kesên ku beşdarî konferansê dibin wiha ne: Prof. Dr. Michiel Leezenberg, Prof. Dr. Cafer Şeyholîslamî, Felakettin Kakeyi, Îzettin Mustafa Resûl, Mezher Xaliqi, Namik Hawrami, Samî Tan, Zana Farqin û Mihamed Malmisanij.


Bêjeyên Miftehî