1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Amedê kurultaya jinan dest pê kir
Li Amedê kurultaya jinan dest pê kir,li,amedê,kurultaya,jinan,dest,pê,kir

Li Amedê kurultaya jinan dest pê kir

A+ A-

Parlamentera Amedê Nursel Aydogan a ku beşdarî 2’yemîn Kurultaya Herêmî ya Jinan a Amedê ya ku ji aliye Komîsyona Jinan a TMMOB’ê ve hate lidarxistin bû diyar kir ku ew ê bi 11 parlamenterên jin ve di qada civakî, siyasî û cemaweriyê de asta kotaya jinan bilind bikin.

Komîsyona Jinan a TMMOB’ê li Amedê Kurultaya Herêmî ya Jinan a Amedê li dar xist. Civîn li Sînemeya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî beşdarî civînê bû. Di dest pêkê de fîlma “jinbûn” hate nişandan. Piştre jî Dîcle Barç axivî. Barç di axaftina xwe de bal kişand li ser zor û zehmetiyên ku jin di jingeha kedê de dijîn. Ayşegul Oruç Kaptan jî jî bal kişand li ser girîngiya kurultaya ku li dar dixin. Kaptan diyar kir ku li cîhanê yên ku quralan datînin zilam in û di nava dewletê de ji sedî 16 jin heye. Kaptan der barê rêxistina TMMOB’ê jî axivî û wiha got: “Di nava 380 hezar endamên me de tene ji sedî 19 jin hene. Lê dema ku mirov pêşniyarên ku derdikevin dinerin derdikeve holê ku li gel ku hejmara me kêm e jî nêrîna jinan serdest e.” Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî axivî û got ku di hilbijartinên 12’ê Hezîranê de di şexsê Bloka Ked Demokrasî û azadiyê de jin bi ser ketine. Aydogan destnîşan kir ku ew ê bi 11 jinên ku hatine hilbijartin ve di qada civakî, siyasî û cemaweriyê de kotaya jinan bilind bikin. Aydogan wiha got: “Asta azadiya civakî di azadiya jinan de xwe nişan dide. Rewşa perwerdehiya jinan çi dibe bila bibe jin bi awayeke rastî şîdetê tên. Em ê serarastikirinan di makeqanûnê de bikin û bi vî rengÎ şoreşa zîhnî pêk bînin.” Aydogan xwest ku jinên ku endamên TMMOB’ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayeke aktif bixebitin.

Kurultay bi axaftina Gurbet Orçen a ji Zanîngeha Dîcleyê ye ya bi sernavê “rolên zayenda civakî” didome. Her wiha di kurultayê de dê bi sernavên “şîdeta li hemberî jinan” “kapîtalîzm û jin” “rêxistina jinan a TMMOB’ê” û “hilbijartina koma xebatê ya jinên TMMOB’ê”, “rêxistina jinên xwendekar” jî nîqaş bên kirin. DÎHA (sa/mae)