1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê li dijî fuhuşê nerazîbûn
Li Amedê li dijî fuhuşê nerazîbûn,li,amedê,li,dijî,fuhuşê,nerazîbûn

Li Amedê li dijî fuhuşê nerazîbûn

A+ A-

Li navçeya Rezan a Amedê welatiyan li ber maleke tê gotin fuhuş tê kirin çalakî li dar xistin, polîsan bi bombeyê gazê êrîşî gel kir.

Li cadeya Tegmen a taxa Mevlana Halît a navçeya Rezan a Amedê li ber maleke ku fuhuş tê kirin kom bûn û nerazîbûn nîşan dan û xwestin kesên fuhuê dikin lînc bikin. Welatiyên taxê demeke mal şopandin û piştre jî li ber malê nerazîbûn nîşan dan. Piştî demeke gelek polîs hatin taxê û welatiyan li dijî polîsan jî nerazîbûn nîşan dan.

Welatiyên ku diyar kirin polîs li hemberî fuhuşê dengê xwe dernaxin îdia kirin ku gelek caran gilî kirine lê polîsan tiştek nekirine. Welatiyan xwestin bi daran êrîşê wan bikin lê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Jinên ku bi wesayîtan birin Midûriyeta Polîsan a Rezan piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatni berdan. DÎHA (sa)