1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê malên ekolojîk tên avakirin
Li Amedê malên ekolojîk tên avakirin,li,amedê,malên,ekolojîk,tên,avakirin

Li Amedê malên ekolojîk tên avakirin

A+ A-

Kolektîfa Ax û Av" a ku li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hate damezirandin li Sumerparka ku Foruma Civakî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin de qadek dagir kir û dest bi çêkirina "Mala ekolojîk" kir. Berdevkê kolektîfê Metîn Yegîn diyar kir ku baweriya wan ew e ku divê her kes xwedî maleke ekolojîk be.

Kolektîfa Ax û Av" a ku li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hate damezirandin, li Parka Sumerê ya Amedê ku Faruma Civakî ya Mezopotamyayê a bi dirûşmeya "Ji bo mirovahiyê dê li dijî kapîtalîzm û metîngeriyê azadî bi ser bikeve" pêt tê, qadek ji xwe re veqedant û dest bi avakirian "Malên Ekolojîk" kir. Berdevkê Kolektîfa Ax û Av Metîn Yegîn, diyar kir ku bi vê projeyê armanc dikin ku civaka ekolojîk pêş bixin. Yegîn, bal kişand ser jiyana civaka Brezilya yên "Bêax" wiha got: "Em wekî kolektefa "Ax û Av" bawer dikin ku divê her kes xwedî xwedî kolektifa malên ekolojîk be. Meli ser vê bingehê li ser zeviyan xaniyên bi kerpîç çêkir û zevî li ser kesî tapo nekir. Di projeyê de têgeh û feraseta mulkiyetê tune. Jiyanek civakî û kolektîf heye.

Di 4 mehan de 7 xaniyên kerpîç hatin avakirin

Yegin, da zanîn ku di 4 mehên dawî de 7 xaniyên kerpîçî ava kirine û di avakirina xaniyan de hemû malbat bi awayekî civakî bi hevre xebitîne. Yegîn, da zanîn ku wan di hewşa xaniyên kerpîçî de baçeyên organîk çandine û wiha got: "Em dixwazin bi jiyana hevbeş û civakî civaka okolojîk pêş bixin. Em li dijî apartmanên ku ji aliyê serdestan ve bi fiyetên gelek biha pêşkêşî civakê dikin xaniyên kerpîçî pêş bixin. Sedema vê projeyê jiyana ekolojîk û xwezayî ye. Em ka, pûş û heriyê li nava hev dixin û pişt de dixin qaliban. Xaniyên kerpîçan li dijî germa û sermayê pir baş in. Bi taybetî wekî Rihayê cihê ku barana wê kêm û germa wê zêde zêdetir tê tercîhkirin. Taybetiya van xaniyan zivistanî germ û havînan jî sar e. Her wiha lêçûna wê jî tune. Zirarê jî nade xwezayê."

Li dijî maxazayên mezin serhildan e

Yegin, destnîşan kir ku ev xaniyên ax û kerpîçan ji ber ku bi awayekî kolektîf tên amadekirin nayên firotin û nayên dewirkirin û wiha berdewam kir: "Mirov heta ku bimre dikare di xanî de bimîne. Ji bo ku em vê jiyanê peş bixin em li vir jî xaniye kerpîçî ava dikin. Ciwanên ku ji çar aliyên cîhanê hatine di xaniyên kerpîçî de dixebin û em bi hevre xani ava dikin. Dê di çend rojan de avakirian xanî bi dawî bibe. Piştî ku avahiya xanî xediya em dê bikin marketa komî. Em dê fêkiyên ku ji Wêranşar û Geverê di baxçeyên komî tên komkirin bînin li vir bifiroşin. Em dixazin li dijî marketên mezin serî hildin."

Xanî li dijî erdheja 8 pêl qesm in

Yegin, da zanîn ku ev xanî hem ji bo tenduristiyê, hem li dijî kapîtalîzmê, li gorî jiyana ekolojîk û demokratîk tên avakirin û her wiha li hemberî erdhejê pir xurt in. Yegîn, destnîşan kir ku beriya xanî ava bikin bi meclîsê dişêwirin û ji hefsalî heta heftê salî fikra her kesî distînin û li gorî daxwaza hevbeş xanî ava dikin. Yegîn, destnîşan kir ku xaniyê ew ava dikin li hemberî erdhejê pir xurt e û heta erdheja hêza wê 8 pêl jî dikarin xwe biparêzin. DÎHA Fotoğraf: BERXWEDAN YARUK

(mae)