1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Amedê menûya cafeyan dibe kurdî
Li Amedê menûya cafeyan dibe kurdî,li,amedê,menûya,cafeyan,dibe,kurdî

Li Amedê menûya cafeyan dibe kurdî

A+ A-

Li Amedê piştî nîqaşên "du zimanî" esnafan jî dest bi bikaranîna du zimaniyê kir û menûyên kargehên xwe bi kurdî amadekirin. Xwediya Qafeya Dîcleyê Ayla Akkum, diyar kir ku ya herî girîng ew e zarokên wan li dibistanan bi zimanê dayîkê perwerdehiyê bibînin.

Piştî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş got "Li herêmê êdî dê jiyan bi du zimanî pêk bê" û bi vê gotinê nîqaşên ziman çareke din di rojevê de cihê xwe girtin, esnaf jî ji bo vê yekê têxin piratîkê tamela û tarîfeyên menûyên xwarin û vexwarinê bi du zimanî nivîsandin. Piştî vê gotinê û nîqaşên li ser zimanê kurdî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî bang li hemû kesan kir ku di her qada jiyanê de zimanê zikmakî pêtir bikarbûn in û bi teybet jî bazirganiya xwe bi zimanê xwe bikin. Li ser kampanyaya BDP'ê ya ziman û banga Hevserokê KCD'ê Turk a banga zimanê zikmakî bikar binin Qafeya Dicle ya li Park Ormanê ye navê kafeyê û menûya xwarin û vexwarinê kir bi kurdî û tirkî. Xwediyê Qafeya Dîcle Ayla Akkum tabelaya "Dicle Kafe" zîvirand kurdî û wekî "Qafeya Dîcleyê" nivîsandin. Her wiha bi kurdî jî tabelaya "Hûn Bi xêr hatin" daliqand.

'Piştî kampanyayê me dest bi xizmeta du zimanî kir'

Xwediya Qafeyê Ayla Akkum diyar kir ku berê jî wê dixwast tiştekî wisa bikin lê piştî li herêmê nîqaşên Xweseriya Demokratîk dest pê kirin û her wiha înşaya vê yekê li ser ziman pêk tê zêdetir ev raman pê re çêbû. Divê hemû esnaf guh bidin vê banga du zimaniyê. Bangekî wisa divê demê de gelek girîng e. Divê di mijara ziman de hemû kes bi ramanekî seferberiyê nêzîkbibin. Ji ber ku di demên dawî de hemû nîqaş li ser ziman pêktên. Ez vê bangê erê dibînin û dixwazin hemû kes tevlî bibe." Akkum, bilêv kir ku teqaz wam ev yek bi armanca kar an jî bazirganiyê nekiriye. Akkum, da zanîn ku kesên tên qefeyê dema ku tabelaya wan dibînin gelek kefyxweş dibin û ji wan re dibêjin ev kurdî ye. Akkum destnişan kir ku ev yek ji bo destpêkê gelek girîng e. Akkum, diyar kir ku ev tişt ên piratîk in a girîng ew ku zarokên wan li dibistanan bi zimanê dayîkê perwerdehiyê bibînin e.

'Em bi zimanê kurdî menûyê dibînin xweştir e'

Ji muşteriyên qafeyê yê bi navê Mehmet Salîh Çelîk, diyar kir ku dema mirov bi zimanê xwe yê zikmakî li menûyê dinêre keyfxweşiyek xwe li dilê mirov dide û ev yek gelek baş e. Çelîk, anî ziman ku tiştên wisa her çiqas zêde bibin dê zimanekî hevpar pêk bê û wiha got: Ji ber ku di devkî de gelek tiştên cuda peyvên cuda li herêman tên bikaranîn. Ji ber vê yekê girîng e. Her wiha ji bo ku axaftina me tenê bi kurdî be û peyvên tirkî ên em di nav axaftina xwe ya kurdî de bikartinin rabin gelek girîng e.

'Ev gav ji bo yekîtiya ziman girîng e'

Muşteriyê bi navmê Abdullah Avci jî diyar kir ku ev tişt nû ye û her wiha keyfxweşiye daye wî. Avci, anî ziman ku berî herî tiştî ev ji bo yektiya ziman girîng e lê li gel vê menûyê divê menûya tirkî jî hebe da ku kêmasî dernekevin holê. Avcî, da zanîn ku dê berê hinek zahmetî derkevin lê dê dimekî nêz de ev kêmasî jî ji holê bên rakirin û wiha got: "Ev yek di be ku bibes sedema perwerdehiya zimanê zikmakî. Yanî kesên vê menûyê dixwînin an jî lê dinêrin di be ku navê hinek xwarinan nezanin. Ev yek jî ji bo kurdî bixwînin an jî biçin perwerdehiya kurdê bibe sedemek."

DÎHA (ft/mae)