Li Amedê meşa '28'ê Adarê'
Bûyerên 28'ê Adarê û kesên di meha Adarê de jiyana xwe jidest dane li Amedê bi meş û serdana gorê hat bibîr anîn. Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz got; "Hikûmeta AKP'ê ji ber komkujiyên pêk anîne û ji bo aştiyeke birûmen divê gav biavêje.
Ji bo bîranîna bûyerên 28'ê Adarê û ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz û Mazlum Dogan jî di nav de kesên ku di meha Adarê de jiyana xwe jidest dane li Amedê bi tevlîbûna bi hezaran kesî meşek hat lidar xistin. Meş ji aliyê MEYA-DER û BDP'ê ve hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li ber mizgefta Şefîk Efendî lihev civiyan, destpêkê rastî astengiya polîsan hatin. Walîtiya amedê meş qedexe kir. Girsê jî li ser vê yekê bê navber dirûşme berzkirin û israra xwe ya meşê anîn ziman. Li ser astengkirina polîsan girse kom bi kom derbasî goristana Yenîkoyê bû. Li vê derê Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Serokên BDP'a navçan û şaredarên BDP'ê û Serokê MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz jî di nav de bi sedan kesên ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane rêz hat girtin û sirûda; "çerxa şoreşê" hat xwendin. Piştî sirûd hat xwendin girse dîsa dest bi meşê kir.
Di meşa ku posterên Mahsun Korkmaz, Mazlum Dogan, kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe jidest dane û wêneyên HPG'iyan hatin vekriin de bê navber dirûşmeyên wekî; "bi rik îsyan, bi rik azadî", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Cîhana bêy Ocalan em ê di serê we de hilweşînin" berz kirin. Di dema meşê de malbatên kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe jidest dane rondik barandin.
'Heta azadiyê berxwedan'
Piştî meşê girse hat li ser gora Tarik Ataykaya û deqîqeyek rêz girt. Parlementera Amedê Nursel Aydogan li vir axivî û ji bo kurdan bal kişand li ser girîngiya meha adarê. Aydogan got; "Gelê kurd ji bo azadiya xwe bedelên giran dan, dê bedel bide jî. Heta ku gelê kurd bigihîje azadiya xwe ew ê berxwedana xwe bidomîne."
'Bila AKP rastiya xwe re rûhev be'
Piştre Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz daxuyanî da û wiha axivî: "Bedenên zarokên vî gelî hat parçekirin. Gelê kurd qasî ku li hemberî vê wehşeta mezin aştiyê bixwaze birûmet e. Divê AKP dev ji eziyeta xwe ya li ser malbatên diçin cenazên xwe bigirin berde. Ji bo aştiyeke birûmet divê hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst biavêje."
Piştî daxuyaniyê girsê gorên PKK'iyan ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser gorên wan.
(ak)
