1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li Amedê xetên înternetê hatin birîn
Li Amedê xetên înternetê hatin birîn,li,amedê,xetên,înternetê,hatin,birîn

Li Amedê xetên înternetê hatin birîn

A+ A-

Fîrmaya bi navê TTNet a girêdayî Turk Telekomê ji ber gelek caran înternet li Amedê tê birîn careke din hate rojevê. Li Navçeya Peyasê ya Amedê ji duh ve înterneta aboneyan hatiye birîn. Aboneyên li rayedarên firmayê digerin bersiva "Erze heye ji ber wê yekê xeta we hate birîn" didin.

Li Amedê firmaya bi navê TTNet a girêdayî Turk Telekomê mehê 100 TL ji aboneya digire ji ber birîna înternetê di rojevê de ye. Li Navçeya Peyasê ya Amedê duh înterneta aboneyan hate birîn. Rayedarên firmayê ji aboneyê li wan digerin bersiva "Erze heye û ji ber wê yekê xeta we hatiye birîn" didin. Lê peymana di navbera abone û firmayê de tê gotin ku di hemû şertan de 24 saetan înternet dê hebe. Lê li gorî vê peymanê bikarhênerên înternetê tên mexdûrkirin.

DÎHA