1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Amûdê çi dibe?
Li Amûdê çi dibe?,li,amûdê,çi,dibe

Li Amûdê çi dibe?

A+ A-

Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê (AKnews) radigihîne ku li bajarê Amûdê xwepêşandanek çêbûye û 6 kes ji aliyê alîgirên PYD'ê ve hatine birîndarkirin. Lê nehat famkirin ku pirsgirêk çi ye û li Amûdê çi dibe.

Li gor nûçeya AKnewsê, li bajarê Amûdê komek kes xwestiye ku li dijî rejîma Sûriyê xwepêşandanekê li dar bixin. Ajans pirsa "daxwaza xwepêşandanê ji rêveberiya bajêr kirine an na?" nabersivîne û rasterast radigihîne ku alîgirên PYD'ê xwepêşandêr birîndar kirine. Lê li gor ajansê xwepêşandêr bi kevir û daran hatine birîndarkirin.

Ji nûçeya AKnewsê nayê famkirin ku çima gelo kurd li Amûdê radibin rejîma Sûrî şermezar dikin. Madem ku bajarê xwe ji azad kirine, çima bi pirsgirêkên xwe danakevin û tîrên Şamê dikişînin ser gelê birîndar û bê hêz. Rasterast ji nûçeya xwepêşandana Amûdê bêhna birakujî û kezebreşiya kurdîtiya kevin tê.

Heke Amûd hatibe rizgarkirin û heke Desteya Bilind a Kurd hebe, nexwe dê rêveberiya bajêr a girêdayî vê Desteyê hebe. Nexwe divê daxwaza hemû xwepêşandan û hin wekî din ji vê rêveberiyê were kirin. Li her welatî rêveberî li gor derfet, ewlekarî, têkiliyên navnetewî an destûrê didin an jî roja wê diguherin.

Heke Deste û rêveberiya girêdayî Desteya Bilind antî-demokratîk tevdigere, nexwe ev yek divê bi riya têkoşîneke demokratîk were ziman û nivîsandin.

Li gor nûçeya AKnewsê ev du roj in ku li Amûdê bi vî rengî xwepêşandan çêdibin. Pirsên wekî daxwaza xwepêşandêran çi ye, sloganên wan çi ne, girêdayî kîjan partiyê ne, qet nayên bersivandin û tenê tê gotin ku xwepêşandan li dijî rejîma Sûrî tên kirin.

Li gor nûçeyê kesên birîndar ev in: Kemal Elî, Ferîdon Qiço, Siwar Hito û Cûdî Mûsa di nav birîndaran de ne.

Di nûçeya AKnewsê de tê gotin ku "di êrîşê de ala şoreşa Sûrî ji aliyê endam û alîgirên PYD'ê ve hat şewitandin." Ji vê yekê jî kes fam nake ku madem xwepêşandan li dijî rejîma Sûrî ye, çi kar û îşê ala Şoreşa Sûrî li Kurdistanê heye û çi karê kurdan ji Şoreşa Sûrî heye û çima kurd hizûr û aramiya xwe bi pirsgirêkên Sûrî û Şamê xera dikin.

Wêne: AKnews

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî